Dewletên ereban ji serkeftina Jeo Biden di hilbijartinên DYA`yê de bi fikar in

Gengeşiya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê ji ber nakokî û tewanbariyên di navbera namzetê demokrat û komarparêzan de her ku diçe zêde dibe. Welatên ereban bi metirsî encamên van hibijartinan dişopînin.

Dewletên ereban ji serkeftina Jeo Biden di hilbijartinên DYA`yê de bi fikar in
7 mijdar, 2020   09:27
QAHÎRA- EMANÎ EZAM

Hilbijartinên Amerîkayê di dîroka nûjen de yek ji pêşbirkên serokatiyê yên herî bi gengeş e. Li seranserê cîhanê encamên hibijartinê bi coşeke mezin têne şopandin.

Welatên ereban jî hilbijartinan kêlî bi kêlî dişopînin û bi piştgiriya namzetê komarparêz Dunald Trump dikin, her wiha ji serkeftina namzetê demokrat Jeo Biden bi fikar in. Ji ber ku nêrînên her du namzetan ên girêdayî rêvebirina dozên herêmî û bi taybetîn dozên Rojhilata Navîn ji hev cuda ne.

Mûdirê edîtortiya rojnameya 14`ê October a Yemenê Ebdulrehman Enîs diyar kir ku bi gelemperî namzetên amerîkî di hemleyên xwe yên hilbijartinê de, li dijî hin welatên ereban gefan dixwin û wiha dewam kir: "Lê belê piştî serkeftina wan ev yek bi dawî dibe. Mînaka wê yekê, xîtaba tûj a Trump li dijî Erebistana Siûdî ya sala 2016`an e, ku piştî di hilbijartinan de bi serket yekemîn serdana xwe ji bo Erebistana Siûdî bû."

Enîs ji ANHA`yê re wiha got: “Vê carê, serkeftina Biden dê tiştekî xirab bi xwe re bîne, ew jî berdewamkirina plana Obama ya têkildarî Rojhilata Navîn e, piştevaniya tevlîheviya li hin welatên ereban, xurtkirina koma Îxwan Mislîmîn, kêmkirina aloziya bi Îran re û heta dibe ku careke din peymana Nuklerî ya bi Îranê re ku Obama dest pê kiribû û Trump bi dawî kiribû, ji nû ve bixe meriyete. Dê ev yek cezayên li dijî Îranê kêm bike û bi vê yekê jî wê Îran karibe mîlîsên xwe yên li Iraq, Yemen, Lubnan û Sûriyê bi rêjeyeke mezintir finanse bike.”

Ebdulrehman Enîs wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkildarî doza şerê Ereban-Îsraîlê jî, bawer nakim ku pir guhertin çêbibin. Ji ber ku piştgiriya Îsraîlê di siyaseta derve ya Amerîkayê de tiştekî sereke ye. Lê belê heke Trump bi ser bikeve, tê payîn ku peymanên aştiyê bi rêjeyeke mezintir dewam bikin.”

(cx)

ANHA