'Jeffrey bi daxuyaniyên xwe êrişên dewleta Tirk a dagirker rewa dike'

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a herêmê Cizîrê Enahîta Sîno diyar kir ku daxuyaniyên Amerîkayê yên dawî ku ji aliyê James Jeffrey ve hatine dayîn, rewakirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê ye.

'Jeffrey bi daxuyaniyên xwe êrişên dewleta Tirk a dagirker rewa dike'
7 mijdar, 2020   10:41
QAMIŞLO -SOLÎN EHMÊ

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a herêmê Cizîrê Enahîta Sîno da zanîn ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û vê yekê eşkere dibêje.

Enahîta Sîno daxuyaniyên nunerê Amerîkayê ji bo Sûriyê James Jeffery ku îdîa kir PKK`ê li Sûriyê heye derewand û got: "Ev daxuyanî ne mentîqî ne."

Enahîta destnîşan kir ku pêwîst e dewleta Tirk di lîsteya terorê de bê, ne PKK`ê û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk axa Sûriyê dagir kir, êrişî gelê wê kir û bi hezaran sivîl ji malên wan koçber kirin. Tu dewlet pêşberî van binpêkirinan nesekinî û dewleta Tirk nexistin lîsteya terorê."

Enahîta da zanîn ku daxuyaniyên Amerîkayê yên vê dawiyê ku ji aliyê James Jeffrey ve hatiye gotin, encama berjewendiyên wê bi Tirkiyê re ne û bi van daxuyaniyan hewl dide ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê û dagirkeriya wê, rewa bike.

(dm)

ANHA