​​​​​​​Rojnameyên erebî: Artêşa Tirk wê ji nuqteyeke din a leşkerî  vekişe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Idlibê, tedbîrên Fransayê li dijî rêxisitnên tundrew û aloziya Lubnanê û Lîbyayê kirin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Artêşa Tirk wê ji nuqteyeke din a leşkerî  vekişe
7 mijdar, 2020   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

'TÊ PAYÎN KU ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER JI NUQTEYEKE DIN LI HERÊMA BÊÇEK VEKIŞE'

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Li gorî agahiyên ku duh hatine bidestxistin, hêzên artêşa Tirk dest bi valakirina nuqteyeke din a leşkerî li başûrê Idlibê kirin. Hemwextî wê yekê hêzên hikumetê herêm topbaran kir.”

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji herêmê got: "Hêzên artêşa Tirk dest bi amadekariyên vekişîna ji nuqteya xwe ya çavdêriyê ya li gundê Meir Hetat a başûrê Merat Nûman a nêzî rêya Heleb-Hemayê (rêya M5) dike.”

Rojnameyê wiha domand: “Ev yek piştî ku hêzên artêaş Tirk mezintirîn nuqteya xwe ya li Morik a bakurê Hemayê vala kir û vekişandina ji nuqteya Şêr Mixar a çiyayê Şehşebo ya li heman herêmê dewam dike, pêk tê. Valakirina nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê di çarçoveya lihevkirina bi Rûsyayê re ya têkildarî valakirina nuqteyên çavdêriyê yên li herêmên serweriya rejimê, pêk tê.”

‘TEDBÎRÊN FRANSAYÊ LI DIJÎ RÊXISTINÊN ÎSLAMA SIYASÎ, KOMA ÎXWAN A LI TUNISÊ BI FIKAR DIKE’

Têkildarî tedbîrên ku Fransa li dijî rêxisitnên îslama siyasî digire, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Piştî êrişa Nice ku welatiyê tunisî yê bi navê Îbrahîm El-Îsawî pêk anîbû û tê de 3 sivîl hatibûn kuştin û beriya wê yekê jî mamosteyek hatibû kuştin, Fransa ji bo rêgirtina li terorê tedbîrên berifreh û lezgîn digire. Ji wan tedbîran, komên girêdayî îslama siyasî jihevxistin û bi dehan ciwanên ku guman hene ku xwedî fikrên tundrew in ji bo welatên wan hatin şandin. Di vê çarçoveyê de, dê wezîrê hundirîn ê Fransayê Gerald Darmannan di serdana xwe ya ji bo Tunis û Cezairê de, vê mijarê nîqaş bike.”

‘CEZAYÊN LI SER BASÎL LI PÊŞ AVAKIRINA HIKUMETÊ DIBE ASTENG’

Girêdayî rewşa Lubnanê jî rojnameya El-Nehar nivîsî: “Tevî ku dema ferzkirina cezayên Amerîkayê li dijî serokê Tevgera Nîştimanî ya Azad û parlamanter Cubran Basîl gelek nêrîn, analiz û şîroveyên hundirîn ên bi nakok derxistin holê jî, lê belê nêrînên aliyên Lubnanê û aliyên dîplomatîk ên girêdayî bandora vê biryarê nehatin guhertin."

Li gorî wê yekê, nabe ku ew biryar bi hilbijartinên serokatiya Amerîkayê re bên girêdan ji ber ku biryareke bi vê rengî ne nû ye. Her wiha encamên hibijartinan çi bin jî, rêveberiya niha ya Amerîkayê dê heta 20`ê Çileya dê bimîne û divê hemû rêveberiyên Amerîkayê yên bên cezayên di qanûna Magnitsky de pêk bînin."

 ‘NEXŞERÊYA LÎBYAYÊ’

Rojnameya El-Beyan jî behsa rewşa Lîbyayê kir û diyar kir ku Tunis amadekariyên lidarixstina civîna diyaloga Lîbyayê roja Duşema bê, dike. Li gorî agahiyên ku rojnameyê bi dest xistine, dê avakirina mecliseke nû ya serokatiyê bê erêkirin. Her wiha li gorî çavkanî danûstandinên girêdayî hevalbendiyên nû yên ji bo diyarkirina kesayetên sereke ku dê peywirên fermandariyê bigirin, ji beriya çend rojan ve pêk tên.”

(cx)