Bi rêya tabloyên xwe azarên civaka xwe rave dike

Di hundirê nîgargeha xwe ya biçûk de, mayîna li bajarê xwe û berdemamkirina pîşeya xwe bi hezkirin hilbijart. Ji tabloyên ku xêz kirine kariye azarên civka xwe rave bike.

Bi rêya tabloyên xwe azarên civaka xwe rave dike
Bi rêya tabloyên xwe azarên civaka xwe rave dike
Bi rêya tabloyên xwe azarên civaka xwe rave dike
Bi rêya tabloyên xwe azarên civaka xwe rave dike
Bi rêya tabloyên xwe azarên civaka xwe rave dike
7 mijdar, 2020   08:08
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Wênesaz Samêr Kalo hewl dide azarên civaka xwe bi rêbaza xwe ya taybet rave bike.

Samêr Kalo ji şêniyên taxa Hîlaliyê ya bajarê Qamişloyê ye. Ji biçûkahiya xwe ve xêz dike, têkildarî wê dibêje: “Di dibistanê de min xêz dikir. Mamosteyan ji min re piştrast kir ku hestek hunerî taybet li cem min heye.”

Kalo behreya xwe bi coşeke mezin pêş dixe û nîgargeha xwe ya taybet sala 2016`an vekir. Piraniya dema xwe li wir derbas dike. Derbarê vê de Kalo got: “Hewl didim azarên civaka xwe mîna koçberiya di salên şer de, şewata li Sînemaya Amûdê û rewşa ku welat tê re derbas dibe di tabloyên xwe de rave bikim.”

Kalo di xêzkirinê de pênûs, komir û hin caran jî rengên zêtî û avî bi kar tîne. Di nîgargeha wî de bi dehan tabloyên ku azarên civakê xuya dikin hene. Her wiha di hinek tabloyan de, zarokên ku di Sînemaya Amûdê sala 1962`yan de şewitîne xêz kiriye. Koçberiya ku di salên berê de di encama êrişên domdar de çêbûne û aloziya aborî cih di tabloyên wî de girtine.

Samir Kalo tev li gelek pêşangehên herêmî bûye. Gelek xelat di warê wênesaziyê de wergirtiye. Niha jî amadekariyên vekirina pêşangehek bi navê Kulîlkên şikestî dike. Her wiha hezkiriyên vî warî hînî wênesaziyê dike.

`NÎGARGEHA WÎ JÊDERA DEBARÊ YE`

Kalo bi rêya nîgargeha xwe debara xwe dike. Ruxmî ku qezenca wê kêm e, lê dîsa jî jê hez dike û dibêje: “Bi rêya tabloyan, ez dikarim tiştê di hundirê xwe de rave bikim. Hewl didin bi rêya wê, peyama xwe ragihînim.“

Kalo wiha domand: “Hez dikim Koçberiya ku ji ber şer çêbûye, şewata Sînemaya Amûdê û azarên civaka xwe ji tevhî cîhanê re ragihînim.”

Kalo her tabloyek bi navekî taybet bi nav kiriye. Mîna tabloya Koçberî ya ku bi rêya wê koçberiya ku di dirêjahiya şerên salan de rû daye xuya dike. Tabloya bi navê Hêvî, Kalo bi rêya vê tabloyê, hewl da hêviya di rûyê zarokan de ji bo jiyaneke baştir rave dike. Tabloya Azar, ev tablo rêzên dirêj ên şêniyan ên li benda bidestxistina nan in xuya dike.

Kalo di tabloya Êş de dixwaze êşa gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet ji ber şer û êrişan rave dike.

Samir Kalo hêvî dike ku kuçe û taxên bajarê Qamişloyê bi wêneyan bixemilin bi taybet wêneyên  wênesazên nûgihiştî.

(şx)

ANHA