Hinarên Sûsê rewş û debara navçeyê ne

Bajarokê Sûsê yê dikeve rojhilatê Dêrazorê bi çinîna gelek cure hinaran navdar e. Gelek şênî wekî jêdera derbarê diçînin û derdixin parêzgehên din ên Sûriyê.

Hinarên Sûsê rewş û debara navçeyê ne
7 mijdar, 2020   08:24
DÊRAZOR – EBDULHEMÎD EL-MENSÛR

Bajarokê Sûsê dikeve rojhilatê Dêrazorê li qiraxa çemê Firatê ye. Bajarok bi darên xwe yên hinaran navdar e ku di asta xwecihî de bi başbûna berhem û şirînbûna tama wê û rengê wê yê sorî tarî tê naskirin.

Şêniyên bajarokê çandina darên hinaran nifş bi nifş ji pêşiyên xwe girtin. Li gorî rûspiyên bajarokê û gotinên têne parvekirin, çandina hinaran li gund kevin e, dema ku zilamekî şitlek hinar ji Iraqê anî û li bajarokê çand û bi ser ket, bi vê yekê darên hinaran li tevahî bajarokê belav bû.

Ji ber gelek sedeman çandina hinaran jêdera debara şêniyên bajarokê ne, ji wan sedeman, pêwistiya wê bi mijûlbûn û lêçûna madîn nîne, her wiha berhemên baş dide.

Li bajarokê 200 hezar darên hinaran hene ku li firehiya 60 hezar donim hatine çandin. Cureyên ku têne çandin "Sûsê, fransî, mezî" her wiha hinarên spî yên şirîn kêm têne çandin.

Di gelek salan de bajarokê Sûsê di rêjeya yekemîn a berhemên hinaran de bû û berhem derdixist dewletên derdorê, wekî Iraq, Tirkiyê û hemû dewletên Kendava Erebî. Navê Sûsê yê li cureyekî hinarê hatiye kirin li bajarokê Sûsê vedigere ku 300 hezar ton hinar dida.

Hinarên li Sûsê têne çandin bi rengê xwe yê sorî tarî û şirînbûna xwe navdar e û jê av û dimsa hinaran tên derxistin.

ÇAWANIYA ÇANDIN Û AVDANA DARÊN HINARAN LI SÛSÊ

Piraniya darên hinaran wekî şitil di biharî de tên çandin, piştî ku kok û pelên wê çêdibin, vediguhêzên baxçe da ku were çandin, bi şertê ku di navbera daran ne kêmî 3 metre hebe da ku her darek para xwe tîna rojê bigire.

COTKAR BI RÊBAZÊN AVÎ BAXÇEYÎ AV DIDIN

/tr/uploads/files/2020/11/07/081524_-.webp

Li gorî cotkarê bi navê Elî Selûm "Ji şaştiyan ku cotkarên hinaran dikin, çandina bi rêbazê tovan e. Ev rêbaz geşkirina daran dereng dixîne û kalîteya baş nade. Rêbaza herî baş a çandinê kesixandina daran e."

Selûm diyar kir ku çiqas dar ji hev dûr bin baş dike tav û hewayê bistîne û di encamê de berhemekî baş bide.

SEDEMÊN KÊMBERHEMIYA DI SALÊN DAWÎ DE

Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê li herêmê, berhemê hinar kêm bû, ji ber piraniya cotkaran ji herêmê koçber bûn, bi sedan daran ji aliyê çeteyan ve hatin birîn û şewitandin ku daran tenê di navbera 70 heta 400 kîlogram berhem dida.

Piştî rizgarkirina bajarokê û vegera şêniyên, cotkaran careke din dest bi restorekirina baxçeyan kirin, darên şewitî ji kokê rakirin û yên nû li şûna wan çandin.

Cotkarê bi navê Casim El-Faris jî diyar kir ku darên hinaran dikarin tîbûn û guhertina hawayî tehemûl bike, lê di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê de hatin paşguhkirin, tî hatin hiştin û şewitandin, ji ber ku berhem li gorî salên berê kêm bû.

/tr/uploads/files/2020/11/07/081833_-.webp

Bajarokê Sûsê ji bilî hinaran bi darên narinc û behîvan jî navdar e. Lê hinar jêdera sereke ye û her sal di dawiya meha Cotmehê de mîhrîcan têne lidarxistin ku her cure hinar lê tê pêşandan.

ANHA