Li herêmên dagirkirî sûc zêde dibin û raya giştî ker, kor û lal e

Li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di nava bêdengiyeke navnetewî de sûcên şer berdewam in, her ku diçe ev sûc bi belge û raporan eşkere dibin.

Li herêmên dagirkirî sûc zêde dibin û raya giştî ker, kor û lal e
7 mijdar, 2020   05:22
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞERVÎN MISTEFA

Rêxistinên hiqûqî û mirovî belgekirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên Sûriyê yên dagirkirine didomînin. Li gorî rêxistinan sûcên şer ji revandin, kuştin û koçberkirin zêde dibin. Li aliyekî din darizandina dîlgirtiyên şer di dadgehên Tirkiyê de pêk tê ku li dijî qanûnên navnetewî ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di 22'ê Cotmeha 2020'an raporeke belav kir. Di raporê de tê gotin ku komên çete yên girêdayî Tirkiyê binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê yên li warê xwe man, didomînin.

Li gorî SOHR, ji destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve "Rojane hemû binpêkirin li dijî şêniyan mîna dizî, ferzkirina baceyan, revandin, girtin û desteserkirina malkan têne kirin."

Lêkolînera Zanista Siyasî û Têkiliyên Navnetewî Ebîr Heyalî ji ANHA'yê re axivî û got: "Binpêkirinên ku Tirkiyê li Sûriyê yên ku dagirkirine pêk tîne, li djiî qanûnên navnetewî û hiqûqa mafên mirovan e."

Rêxistinên hiqûqî binpêkirinên xeternak wekî revandina ji bo daxwaza fidyeyê ji malbatên wan û serdegirtina malên sivîlan belge kriin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku di Cotmeha borî de 127 kes di nav de jin û zarok hatin revandin.

Li ser vê, Ebîr Heyalî got: "Bi nêrîna min hejmar ji vê zêdetir e ji ber ku gelek kes ji tirsa newêrin biaxivin."

'ARMANC HERÊM JI NIŞTECIHÊN WÊ YÊN RESEN VALA BIKIN'

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizî û talankirina malan û koçberkirina plankirî berdewam in, armanc ji van ew e ku dest deynin ser mal û milkan.

Li gel van, kiryarên texrîbkirinê wekî qutkirina daran û destdanîna ser zeviyan bi awayekî plankirî berdewam dike.

Navendê diyar kir ku ji desteka dagirkirina Tirkiyê li hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya çeteyên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ve girtina 7 hezar û 27 kesî û îşkencekirina hezar û 16 kesî hatin belgekirin.

Abîr Heyalî li ser vê yekê dibêje ku armanc ji van polîtîkayan valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen.

'TIRKIYE DEWLETEKE DAGIRKIR E, NABE DÎLGIRTIYÊN ŞER BIDARIZÎNE'

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên 9'ê Cotmeha 2019'an ên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê de, gelek çalakvanên qada mirovî û tenduristî de û şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê ya ku sivîl ji êrişan rizgar dikir, girtin û radestî desthilata Tirkiyê kir û li pêşiya dadgeha rejîma Tirk ve were darizandin.

Lêkolînera Zanista Siyasî û Têkiliyên Navnetewî Ebîr Heyalî destnîşan kir ku ne mafê Tirkiyê ye welatiyek Sûriyê ku dîlgirtiye darizîne, ji ber ku Tirkiyê dewleteke êrişkar e û darizandina adil pêk nayê, ev li dijî qanûnên Neteweyên Yekbûyî yên têkildarî dîlgirtiyan e.

Ebîr eşkere kir ku kesên Sûrî yên ji Tirkiyê hatine veguhestin revandî ne û ne dîlgirtî ne û wiha domand: "Li gorî belgeyên Neteweyên Yekbûyî divê parastina qanûnê ji hemû ferdan re were pêşkêşkirin, lê Tirkiyê nikare vê yekê ne ji welatiyên xwe yên resen re jî pêşkêş bike, ji ber ku yek ji dewletên cîhanê ye ku herî zêde binpêkirinên azadiyan lê tên kirin."

'BINPÊKIRINÊN TIRKIYÊ NE QANÛNÎ NE, SIYASETÊN NAVNETEWÎ DURÛ NE'

Akademîsyenekî Kurd, diyar kir ku hemû binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî welatiyên Sûriyê neqanûnî ne, lê dewletên mezin bi siyasetên xwe yên durûtî bêdeng in û got: "Tirkiyê derbasî xaka dewletên ku ne girêdayî wê ne dibe, lîstoka navnetewî ya qirêj vê mijarê hikum dike, ev jî li dijî rêgezên qanûna navnetewî ne."

Akademîsyen destnîşan kir ku di piştevaniya veşartî ya hin dewletan ji bo Tirkiyê, DAIŞ û komên çetkdar ên bi navê "Opozisyona Sûriyê" de pirsgirêk ew e ku têkiliyên Sûriyê bi cîhanê re lewaz e.

WÊ KENGÊ CIVAKA NAVNETEWÎ DOSYAYA BINPÊKIRINÊN TIRKIYÊ VEKE?

Komîteya Navnetewî ya taybet bi Sûriyê, demek beriya niha, berpirsyartiya mîsogerkirina sîstem û ewlehiya giştî, dabînkirina parastinê bi taybet jin û zarokan li herêmên Sûriyê yên dagirkirî hilgirtibû  ser dagirkeriya Tirk.

Komîteyê di rapora xwe de eşkere kir ku çeteyên Tirkiyê li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn milkên niştecihan talan dikin û girtiyên di girtîgehên wê de îşkence dike.

Di rapora komîteyê de ku radestî Melisa Mafên Mirovan hate kirine ya di navbera 11'ê Çileyê heta 1'ê Tîrmehê de lêpirsîn hatibû pêkanîn, hate eşkerekirin  çeteyên "Artêşa Niştimanî" li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, bi taybet li dijî kurdan binpêkirin têne kirin.

Têkildarî helwesta navnetewî ya li hemberî van binpêkirinan lêkolînera zanistan siyasî û têkiliyên navnetewî Ebîr Heyalî ev tişt got: "Mixabin civaka navnetewî xeteriya binpêkirinên Tirkiyê dizane, lê hîna ji girtina gvên diyar û rawestandina binpêkirinan dûr e. Heger Yekitiya Ewropayê ceza li Tirkiyê birî dibe ku dosyaya binpêkirinên Tirkiyê were vekirin ku wekî kaxezên zextê were bikaranîn."

ANHA