​​​​​​​Şandeya Şengalê bi berpirsên leşkerî yên Iraqê re civiya

Şandek ji Desteya Eşayîrî ya Şengalê û Rêveberiya Xweser bi berpirsên leşkerî yên Iraqê re civiya.

​​​​​​​Şandeya Şengalê bi berpirsên leşkerî yên Iraqê re civiya
6 mijdar, 2020   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandek ji Desteya Eşayîrî ya Şengalê û Rêveberiya Xweser bi berpirsên leşkerî yên Iraqê re civiya. Berpirsê Têkeliyên Desteya Rêveber a Şengalê Faris Herbo derbarê serdanê de ev agahî dan: “Şandek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê, Nûnerê PADÊ’yê û Desteya Eşayîrî a Şengalê serdana Berpirsê Giştî yê Hêzên Iraqê yên li rojavayê Nînowa kir. Lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê pêre nîqaş kirin.

Her wiha daxwaz hate kirin ku her kes ji bo xizmeta Şengalê kar bike û rê nedin ku Şengal bibe, qada nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”

Piştre şandeyê bi berpirsê Hêzên Heşda Şebî  yê Nînowayê re hevdîtin kir. Li ser mijarên ewlekariyê û xurtkirina têkiliyên hêzên ewlakariyê yên li  Şengalê bi berfirehî nîqaş hate kirin.

Çavkanî: Rojnews