Rojnamevanan banga îtîdalê li aliyan kir û helwesta Barzanî rexne kir

Rojnamevanên Kurd diyar kirin ku ew li bendê bûn ku Barzanî daxuyaniyek bidaya ku rê li ber şerê navxweyî bigire, lê daxuyaniya wî mîna ragihandina şer e. Rojnamevanan bang li hemû rojnamevanên Kurd kir ku berpirsyartiyên xwe yên eşkerekirina rastiyan pêk bînin û fişarê li partiyên kurdî bikin da ku ji bo berjewendiyên gelê kurd bixebitin.

Rojnamevanan banga îtîdalê li aliyan kir û helwesta Barzanî rexne kir
7 mijdar, 2020   04:37
QAMIŞLO – LÎLAV DÎWANÎ

Piştî sewqiyetên leşkerî yên PDK'ê yên "Hêzên Gulan" û "Pêşmergeyên Roj" ber bi herêma Garê ya herêmên Parastinê yên Medyayê ku PKK'ê lê hene, endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan banga diyalogan li Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî kir.

Barzanî yê bi daxuyaniyekê bersiva Mûrat Karayilan da, PKK tawanbar kir û îdia kir ku qaşo PKK ser ewlehî û istîqrara Başûrê Kurdistanê xeter e û mudaxele li desthilata qanûnî ya herêma Kurdistanê dike. Barzanî di daxuyaniya xwe de behsa diyalogan û hebûna Tirkiyê û êrişên wê yên li ser Başûr nekir.

Pêşkêşvanê bernameyeke nûçeyan di Ronahî TV de Alan Meiş diyar kir ku dewletên ku Kurdistan parçe kirin li dijî kurdan zilm û piştaftin meşandin, aliyên kurdî yên ku vê parçebûnê qebûl dikin, ji bo pêkanîna berjewendiyên dewletên dijberên serxwebûna Kurdistanê û yekitiya kurdî tevdigerin.

Meiş bal kişand ser tevgerên dawî yên PDK'ê û şandina sewqiyetên ber bi herêma Garê ve û wiha domand: "Tevgerên dawî yên PDK'ê, şandina Pêşmergeyên Roj ku bûye alavek ji bo derxistina şerê kurdî-kurdî, hêzên Gulan û çekên giran ber bi herêma Garê ve ku gerîlayên PKK'ê lê hene, planeke dikeve xizmeta dewleta dijberî doza kurdî, di serî de Tirkiyê ya ku hewl dide bi destekê kurdan wan herêman dagir bike."

'BERSIVA BARZANÎ NÎŞANEYA RAGIHANDINA ŞER E'

Têkildarî daxuyaniya Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ku tê de bersiva Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan da, Alan Meiş ev tişt got:  "Em ji Barzanî li benda daxuyanî û bersivekê bûn ku xizmeta berjewendiya kurdan kiriba û rê li ber şerê navxweyî bigirta, ji ber ku soz dabû ku wê nehêle şerê kurdî-kurdî çêbibe, lê bersiva wî ya dawî nîşaneya ragihandina şer e."

Meiş di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tevgerên dawî yên PDK û daxuyaniya Barzanî mîna ku dagirkiriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê rewa bike û planên wî girêdayî biryarên dagirkeriya Tirk û wiha pê de çû: "Delîlê herî berbiçav ê vê yekê, daxuyaniya Barzanî hemwextî daxuyaniya ajansa fermî ya rejîma Tirk hat ku gotibû yekitiya kurdî û nêzîkbûna yekitiyê lawaz dibe. Heman demê hemwextî serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Enqere û civînên wî bi Mevlûd Çavuşoglu re pêk hat, ku piştî civînê Çavuşoglu ragihand ku wan li ser şerê li dijî PKK'ê li hev kiriye."

'GELO BI DERKETINA PKK'Ê WÊ TIRKIYÊ JI BAŞÛR DERKEVE?'

Meiş bi domdarî got: "Gelo heger PKK ji herêmên Başûrê Kurdistanê derkeve wê Tirkiyê ya ku bi dehan baregehên leşkerî li Başûr ava kirine û li dijî biryara serokê hikumeta herêma Kurdistanê Mesûd Baranî ya sala 2017'an a referandomê rabû, derkeve, ku di encama vê biryarê de nîvê herêmên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Heşdî Şabî û Tirkiyê ve hat dagirkirin."

Meiş destnîşan kir ku heger şerekî navxweyî li Başûrê Kurdistanê biqewime wê destkeftiyên ku gelê Kurd di salên dawî de li Başûrê Kurdistanê bi dest xistine winda bibin û hewldanên pêkanîna lêvegera kurdî li Rojhilata Navîn ber bi hilweşandinê ve biçin.

Rojnamevan Alan Meiş îşaret pê kir ku pêwîst e Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî bi PKK'ê re diyalogan pêk bîne da ku bighêjin lihevkirinekê ku herdu jê razî bin û bikeve xizmeta gelê Kurd, her wiha ji hewldanên pêkanîna yekitiya kurdî re bibe alîkar.

Meiş bang li PDK'ê kir ku xizmeta gelê Kurd di ser têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re bigire û nebe alavek di destê Tirkiyê ya dagirker de li dijî kurdan.

Alan Meiş bang li rojnamevan û rewşenbîran kir ku roleke çalak di rêgirtina li ber şerê kurdî-kurdî de bilîzin û zextê li aliyên kurdî yên li gorî biryarên dewletên dijberî doza kurdî tevdigerin bikin, ji bo ku ji helwesta xwe vegerin. Her wiha bang li hêzên kurdî kir ku zextê li hikumeta herêma Kurdistanê bikin û ji bo rêgirtina li ber şerekî navxweyî banga daketina qadan li gelê Kurd kir.

'DAXUYANIYÊN BARZANÎ MÎNA ASTENGÎ Û RÊGIRTINA LI BER YEKITIYÊ YE'

Rojnamevan Bêrîvan Xelîl jî diyar kir ku di demekê de ku gelê Kurd li benda pêkhatina yekitiya kurdî ye ku hêviya wan e, tevgerê PDK'ê û berisva Mesûd Barzanî mîna ragihandina şerê kurdî ye, ev yek wê li pêşiya avakirina yekitiya kurdî bibe asteng.

Bêrîvan Xelîl destnîşan kir aloziya dawî xizmeta berjewendiyên dewletên dijberê gelê Kurd, di serî de dewleta Tirk dike. Bêrîvan îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi rêya lihevkirinên veşartî bi hin aliyên kurdî re dixwaze şerekî di navbera aliyên kurdî de derxîne, bi taybetî piştî pêşketinên girêdayî pêkanîna yekitiyê. 

Bêrîvan Xelîl da anîn ku ev tevger rê li ber Tirkiyê vedike ku binpêkirên xwe yên li dijî kurdan zêde bike.

Rojnamevan Bêrîvan Xelîl, bang li rojnamevanên Kurd kir ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin, rastiyan eşkere bikin, zextê li partiyên kurdî bikin da ku ji bo berjewendiyên kurd û doza kurdî kar bikin. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku li hemberî tevger û siyasetên ku nakevin xizmeta berjewendiyên gelê Kurd bisekinin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SsRzXvznXEM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>