Desteya Tenduristiyê: 269 kesên din bi korona ketin, 2 mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê du pêketiyên din ên vîrusa koronayê jiyana ji xwe daye û 269 kesên din pê ketin .

Desteya Tenduristiyê: 269 kesên din bi korona ketin, 2 mirin
5 mijdar, 2020   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku her du kesên mirine mêrek  li Qamişlo in û jinek ji Hesekê ne.

Mistefa diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 269 kesên din bi koronayê ketine, ji nav wan 149 mêr in û 120 jin in û li van herêman in:

59 Dêrik

47 Hesekê

37 Qamişlo

7 Amûdê

14 Girkê Legê

12 Dirbêsiyê

1 li Rimêlan

1 Çilaxa

1 Tirbespiyê

1 Til Temir

24 Tebqa

22 Minbic

36 Reqa

Dr. Ciwan Mistefa got, 15 nexweş baş bûne.

Li gorî daneyên dawî, hejmara nexweşên vîrusa korona gihaşte 5 hezar û 247'an, hejmara miriyan jî bû 135 û hejmara kesên baş bûne bû 771'an.

ANHA