Misir guhertina demografî ya li Sûriyê red kir

Wezîrê Karê Derve yê Misirê Samih Şukirî got, pêwîste çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re were dîtin û hişyariya veguhertina terorîstên li Sûriyê ji bo herêmên din ên cîhanê re da.

Misir guhertina demografî ya li Sûriyê red kir
5 mijdar, 2020   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Wezareta Karê Derve yê Misirê Ehmed Hafiz diyar kir ku Şukirî di civîna bi nûnerê NY'y ê ji bo Sûriyê ê re ku li Qahîrayê pêk hatibû pesnê xebatên nûnerê NY'yê bi hemû aliyan re ji bo çareserkirina siyasî ji aloziya Sûriyê re da.

Hafiz destnîşan kir ku ku wezîrê derve, girîngiya hewldana tevgerkirina hemû xetan ji bo çareserkirina siyasî ji aloziya Sûriyê re , redkirina Misir ji guhertina demografî ya li Sûriyê, her wiha girîngiya ku li dijî rêxistinên terorîst ên siyas tevgereke siyasî û bersiveke çalak hebe, destnîşan kirin. Nemaze tevgera veguhertina tundrawên li Sûriyê ji bo herêmn din ên şer.