Nadine Menza: Armanca me tişta li ser erdê dibe ji hikumeta Amerîkayê re ragihînin

Cîgira Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza diyar kir ku hedefa wan ji serdana li herêmê re, ew e ku rewşa li ser erdê pêk tê, ji hikumet û berpirsên Amerîkayê re ragihînin da ku nêrîna giştî ya cîhanê biguhere û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Nadine Menza: Armanca me tişta li ser erdê dibe ji hikumeta Amerîkayê re ragihînin
Nadine Menza: Armanca me tişta li ser erdê dibe ji hikumeta Amerîkayê re ragihînin
Nadine Menza: Armanca me tişta li ser erdê dibe ji hikumeta Amerîkayê re ragihînin
Nadine Menza: Armanca me tişta li ser erdê dibe ji hikumeta Amerîkayê re ragihînin
Nadine Menza: Armanca me tişta li ser erdê dibe ji hikumeta Amerîkayê re ragihînin
Nadine Menza: Armanca me tişta li ser erdê dibe ji hikumeta Amerîkayê re ragihînin
5 mijdar, 2020   17:23
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Bi armanca şopandina rewşên şêniyên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne, şandeyek ji Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan serdana kampa Waşûkanî ya 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê, kir.

Şandeyê beriya serdana kampa Waşûkanî bike, serdana navçeya Til Temirê kiribû, her wiha bi Meclisa Leşkerî ya Suryan re rûnişt. Li aliyekî din jî şandeyê rewşa gelek dêrên ku çeteyên DAIŞ’ê di dema êrişên xwe yên li ser navçe û gundewarên wê de wêran kiribûn, şopand.

Di şandeyê de Cîgira Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olên Navneteweyî Nadine Menza  hebû. Şandeyê civînek bi rêveberiya kampê re li dar xist, rewşên jiyanê yên koçber, rola rêxistinên heyî, perwerdekirina zarok û fêrbûna wan, lêpirsîn kir.

Hevserokatiya kampê Stêra Reşk ji şandeyê re da zanîn ku rewşa koçberan bi sedema dûrketina wan ji mal û xaka wan pir dijwar e û destnîşan kir ku rêxistinên heyî erkên xwe bi awayekî guncaw pêk naynin û perwerdeya li dibistana kampê bi zimanên kurdî û erebî ye.

Stêra Reşk ji şandeyê re diyar kir ku xwesteka koçberên li kampê ku hejmara wan 12 hezar e, vegera li malên xwe, derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Piştî civînê, Nadine Menza  li hundirê kampê gerî, gelek jin dîtin û nêrînên wan guhdar kirin, serdana dibistana kampê kir, rêveberiya dibistanê dît û kêmasiyên dibistanê û xwendekaran pirs kir.

Girêdayî serdanê, ANHA’yê hevpeyvînek bi Cîgira Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olên Navneteweyî Nadine Menza  re çêkir û wiha got: "Em wek Rêxistina Azadiya Olan bûye du car in serdana Sûriyê dikin, serdana yekemîn di dema êrişa dewleta Tirk a par li ser herêmê de bû, me wê demê serdana nexweşxaneya Til Temirê kir û me bi çavên xwe binpêkirin dîtin."

Nadine Menza  wiha domand: "Serdana me wek şopandina serdana yekemîn e ku agahiyan li ser rewşa heyî kom bikin û ji aliyên fermî û hikumeta DYA’yê re veguhêzin, da ku nêrîna giştî ya cîhanê biguhêre. Hedef ji serdanê jî piştevaniya herêmê û rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Nadine Menza  eşkere kir ku li gel wan agahiyên li ser herêmên di bin serweriya çeteyan de û binpêkirinên ji revandin, qetilkirin, tecawîzkirin û hwd hene.

Nadine Menza  di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: "Me par rewşa heyî ji Kongreya Amerîka û rayedaran re veguhast. Lê belê li gel hikumeta Amerîkayê agahiyên fireh ên li ser rewşa herêmê û rewşa nebaş a şêniyan bi awayekî guncaw tune bû. Hedef ji vê serdana me jî, ew e ku rûyê rastîn ê herêmê ji hikumeta Amerîkayê re ragihînin."

Nadine Menza  wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em dibînin ku xebatên Rêveberiya Xweser û QSD’ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, erênî ne."

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4sTePcN9nvg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>