Şerê li Idlibê gur dibe

Piştî ku hejmarek ji hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin kuştin, hêzên hikumetê topbarana xwe li ser “herêma bêçek” zêde kir.

Şerê li Idlibê gur dibe
5 mijdar, 2020   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din hêzên hikumetê bi moşekan herêmên El-Fetîra, Kensefra û Sefhon ên di nav “herêmên bêçek” de topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li derdora Filêfil a gundewarên başûrê Idlibê şerek çêbû.

SOHR'ê diyar kir ku 3 endamên hêzên hikumetê bi guleyên çeteyên Tirk li derdora Foca 46'an li gundewarên rojavayê Helebê hatin kuştin. Her wiha çeteyan nuqte û cihên di bin kontrola hêzên hikumetê de li bajarokê Mearşorîn ê gundewarên rojhilatê Idlibê de hedef girtin û di encamê de hin ji endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

SOHR'ê da zanîn ku nêzî 30 sivîlan ku di nav wan de zarok jî hene, di topbarana hêzên hikumetê ya li dijî herêmên bêçek de birîndar bûn û hatin kuştin.

(dm)