Rêveberiya Xweser ji PE’yê re encamên êrişên dewleta Tirk û rewşa kampan şîrove kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di hevdîtina li gel endama Parlamentoya Ewropayê (PE) de bal kişand ser bandorên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa kampên li herêmên Rêveberiya Xweser.

Rêveberiya Xweser ji PE’yê re encamên êrişên dewleta Tirk û rewşa kampan şîrove kirin
5 mijdar, 2020   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê, endama Parlamentoya Ewropayê û seroka şandeya têkiliyên bi Nîvgirava Erebî re û cîgira serokê Komîteya Mafên Mirovan Hannah Newman, di deriyê Sêmalka re gihîşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li gorî berpirsên protokolê yên bi Hannah re, dê serdana taybet a Hannah li herêmê 3 rojan dewam bike.

Hannah Newman di destpêka serdana xwe de, bi berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li navneda Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişloyê hevdîtinek pêk anî.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebudlkerîm Omer, cîrigên wî Ebîr Êliya û Fener El-Kiêt û berdevkê fermî yê daîreyê Kemal Akif, Hannah pêşwazî kir.

Endama parlamantoya Ewropayê Hannah Newman 3`yê Nîsana 1984`an ji dayik bûye û ji dema hilbijartinên Ewropayê yên 2019`an ve endama parlamentoya Ewropayê ye. Ji wê demê ve wekî nivîskara serokê Komîteya Mafên Mirovan kar dike, her wiha cihê xwe di Komîteya Ewlehî û Parastinê de digire û seroka şandeya Parlamentoya Ewropayê ya têkiliyên bi Nîvgirava Erebî re ye.

Hannah Newman her wiha siyasetmedareke Almanî ya ji hevalbendiya 90`yî, seroka karmendên Omid Norbier sala 2014`an, 2016`an di Parlemana Federal a Almanyayê û endama Meclisa Almanî ya Têkiliyên Derve ye.

Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Newman ji dezgehên çapemeniyê re wiha got: “Ez li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me da ku rewşa herêmê û rewşa şêniyan bişopînim. Nexasim piştî êrişa dewleta Tirk. Her wiha ez ê serdana kampên li vê derê bikin û sîstema hevserokatiyê ku jin li kêleka zilaman saziyan bi rê ve dibin, bişopînim.”

Hannah wiha domand: “Her wiha ez ê serdana kampên Holê û Roj ên taybet bi malbatên DAIŞ`î bikim, da ku ez kesên li wir û eslên wan nas bikin, ji ber ku em dizanin ku ew ji gelek welatên cuda hatine. Ez ê Parlamentoya Ewropayê ji rewşa herêmê agahdar bikim, ji ber ku welatên Ewropayê ji ber belavbûna koronayê bi giştî bi rewşa welatên xwe ve mijûl dibin.”

Hannah da zanîn ku di hevdîtina bi berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve re, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhiatê Sûriyê, rewşa kampên li herêmên Rêveberiya Xweser û dorpêça li ser herêmê û di nav de girtina dergeha Til Koçer, nîqaş kirine.

Li gorî berpirsên komîteya protokolê, endama Parlamantoya Ewropayê dê di rojên pêş de gelek hevdîtin û civînan bi saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl re pêk bîne.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RgYCUC0TsVw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>