Cara yekemîn dewriyeya Rûsya-Tirkiyê bi kûrahiya 10 km pêk hat

Îro polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li rojava û başûrê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş pêk anî. Ev cara yekemîn e ku ji destpêka gerandina dewriyeyên hevbeş ve, dewriye bi kûrahiya 10 km pêk tê.

Cara yekemîn dewriyeya Rûsya-Tirkiyê bi kûrahiya 10 km pêk hat
5 mijdar, 2020   10:46
HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş ji gundê Şêrk ê li rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û di gundên rojava û başûrê navçeyê yên Delîk, Melik, Bîr Kinês, Dehir El-Ereb û gundê Kesra yê girêdayî navçeya Zirganê re derbas bû.

Di vegerê de, dewriye di gundên Torat, Şefqet, Abas, Telik, Kerkend, Berikê û Berkevirê re geriya.  Piştre berê xwe da gundê Yarimcê yê 10 km li başûrê navçeya Dirbêsiyê ku li ser rêya Hesekê-Dirbêsiyê ye, piştre di gundên Til Kember, Xenamiyê, Til Kidêş û Qermane re derbas bû.

Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat. Panzêrên artêşa Tirk a dagirker piştre di dergeha Şêrk a sînorî re vegeriya nava xaka Tirkiyê û yên Rûsyayê jî vegeriyan baregeha xwe ya li Qamişloyê.

Ev dewriyeya 33`emîn e ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li gundên navçeya Dirbêsiyê pêk tîne.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6qz_eN4DNNc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>