Koçberên Efrînê: Baweriya me bi rêveberiya me heye

Hikumeta Şamê dorpêça ku li ser kantona Şehbayê ferz kiriye girantir dike. Koçberan diyar kir ku hikumeta Şamê bi vê gavê hewl dide gel li dijî rêveberiya li Şehbayê derxe.

Koçberên Efrînê: Baweriya me bi rêveberiya me heye
Koçberên Efrînê: Baweriya me bi rêveberiya me heye
Koçberên Efrînê: Baweriya me bi rêveberiya me heye
Koçberên Efrînê: Baweriya me bi rêveberiya me heye
Koçberên Efrînê: Baweriya me bi rêveberiya me heye
Koçberên Efrînê: Baweriya me bi rêveberiya me heye
5 mijdar, 2020   07:03
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Di vê dawiyê de hikumeta Şamê dorpêça ku li kantona Şehbayê ferz kiribû girantir kir. Bi hatina zivistanê re derbasbûna kel û pelan, madeyên xwarinê û dermanan qedexe kirin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di 18`ê Adara 2018`an de û koçberkirina şêniyên wê, hikumeta Şamê bi zanabûn dorpêçê li kantona tijî koçber ferz dike.

Li gel daxwazên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) guhertina materyalên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yên hikumeta Şamê, rayedarên hikumeta Şamê pirtûkên dibistanan li nuqteyên kontrolê desteser kirin û nehiştin ku derbasî kantona Şehbayê bibin. Ev yek jî gumanên çê dike, ku têkiliya ENKS`ê bi hikumeta Şamê re heye û ahengiyek di navbera siyasetên her duyan ji bo tunekirina doza Kurd heye.

/kr/uploads/files/2020/11/05/070448_-1600x1200.webp

Şêniyê bi navê Ebdo Îso got: “Ji 3 salan ve em ji dorpêça ku hikumeta Şamê li me ferz kiriye, zehmetiyan dikişînin. Nahêle madeyên xwarinê û sotemenî derbasî kantona Şehbayê bibin, ew jî azarên me hemûyan zêde dike.”

Îso di nav gotinên xwe de behsa azarên şêniyan di zivistanê de kirin û wiha domand: “Bi hatina zivistanê re, Meclisa Kantona Efrînê bi koordîneya bi Komîteya Sotemenî re, her sal mazot bê pere li koçberan belav dike. Di her salê de jî ji ber dorpêçê û desteserkirina sahrîcên sotemenî ji hêla hikumeta Şamê ve, em zehmetiyan dikişînin. “

Îso di dawiya gotinên xwe de siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî gelê Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin şermezar kirin.

/kr/uploads/files/2020/11/05/070428_-1600x1200.webp

Şêniyê bi navê Selahdîn Bîlal ê ku li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê dimîne, siyasetên hikumeta Şamê li dijî koçberên Efrînê yên ku di nava kampan de û malên wêrankirî de dimînin, şermezar kirin. Hikumeta Şamê tevahiya rêyên ku digihêjin kantonê girtin û alîkariyên ku ji koçberan re hatine şandin, desteser kirin.

Bîlal wiha pê de çû: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn em ji warên xwe derxistin, niha jî hikumeta Şamê hema wan kirinan li dijî me pêk tîne.”

Bîlal da zanîn ku hikumeta Şamê hewl dide şêniyên Efrînê mîna ku ne hemwelatiyên Sûriyê ne dûr bixe.

Bîlal di berdewama gotinên xwe de îşaret pê kir ku hikumeta Şamê armanc dike fîtneyê di navbera şêniyên Efrînê û rêveberiyê de derbixe û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Em bi rêveberiya xwe bawer in û bi axa xwe ve girêdayî ne. Berxwedana me li kantona Şehbayê di nav kampan berdewam e. Em ê li hemberî tevahiya zehmetiyan li ber xwe bidin heta ku vedigerin warên xwe li Efrînê.”

Derbarê rola rêxistinên mirovî de Bîlal piştrast kir ku xebatên rêxistinan di nav kampan de tenê di çarçoveya şopandina nêrîna şêniyan de mane beyî ku pêdiviyên wan ên rojane peyda bikin.

/kr/uploads/files/2020/11/05/070516_-1600x1200.webp

Şêniya bi navê Fîdan Ico jî destnîşan kir ku dorpêç azarên wan roj bi roj dijwartir dike. Ji ber ku sotemenî, alîkariyên tenduristiyê û xwarin derbasî herêmê nabin, di çend rojên dawîn de bihabûnek çêbû, kiriyên erebeyan di nava kantonê de biha bûn.

(şx)

ANHA