Welîd Colî: Tirkiye pandemiya Rojhilata Navîn e

Şîrovekarê siyasî Welîd Colî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê mîna garantiyekê ye ku qirkirina li dijî civaka Êzidî dubare nebe û divê hikumeta herêma Kurdistanê li pey xapandinên dewleta Tirk neçe, ji ber ew berpirsê parastina civaka Êzidî li Şengalê ye. Her wiha dewleta Tirk li ser Rojhilata Navîn pandemî ye û pisgirêka bingehîn a tevahî aloziyan e.

Welîd Colî: Tirkiye pandemiya Rojhilata Navîn e
5 mijdar, 2020   02:31
QAMIŞLO-DICLE EHMED

Hikumeta Bexda û hikumeta herêma Kurdistanê di 9’ê Cotmehê de ragihand ku peymana der barê birêvebirina parêzgeha Şengalê îmze kirine. Lê gelê Kurd li hember vê yekê bi hêrs bû, bi taybet jî civaka Êzidî û analîzkerên siyasî.

Der barê pirsgirêk û bandorên peymana di navbera hikumeta Bexda û PDK’ê de hatiye îmzekirin, siyasetên dewleta Tirk ên bi hedefa têkbirina projeya neteweya demokratîk û êrişên li ser çar parçeyên Kurdistanê de, analîzkerê siyasî Welîd Colî axivî.

Welîd Colî destpêkê behsa siyasetên li dijî Şengalê kir û wiha got: "Taybetmendiyeke Şengalê ji aliyê çandî, olî û kevneşopiyê de heye, gelê wê di gelek qirkirin û fermanan re derbas bû, ya dawiyê jî di sala 2014’an de bû, ev hemû qirkirin jî dûrî exlaqê mirovahiyê ne."

Colî wiha domand: "Piştevaniya PKK, YPJ û YPG’ê ji bo civaka Şengalê karekî mirovî ye. Wan hêzan civaka Êzidî rizgar kir, piştre civaka Êzidî pêwîstî dît ku rêveberiya xwe ya xweser ava bike û hêzên xwe yên taybet ava bike da ku ji qirkirinên dîtir bê parastin.

 PKK`Ê PIŞTGIRIYA ÊZIDIYAN KIR DA KU HêZA XWE Û RÊVEBERIYA XWE YA XWESER AVA BIKIN

Colî diyar kir ku PKK, YPJ û YPG’ê roleleke pêşeng di piştevaniya avakirina YBŞ’ê û Rêveberiya Xweser de lîst.  Da ku civaka Êzidî xwe bi xwe biparêze û siyaseteke xwe ya taybet hebe. Lê ev pêngav li gorî hin aliyên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji aliyekî ve nehat û ji aliyekî din ve jî ne li gorî dewleta Tirk e jî, ji ber li dijî siyaset û berjewendiyên wê ye.

Colî da zanîn ku peymana di navbera hikumeta Bexda û hikumeta herêma Kurdistanê de li dijî taybetmendiya Şengalê ye. Her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê mîna garantiyekê ye ku qirkirinên li dijî civaka Êzidî dubare nebin. Divê hikumeta herêma Kurdistanê li pey siyasetên çewt ên gel ber bi têkbirinê ve dibe neçe, çi peymanên bi hikumeta Bexda re yan jî bi dewleta Tirk re.

 ‘DEWLETA TIRK PIRSGIRÊKA BINGEHÎN A TEVAHÎ ALOZIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN E’

Colî behsa destwerdanên dewleta Tirk ên li kar û barên dewletên derve kir û wiha pê de çû: "Dema li kûrahiya aloziyên li Rojhilata Navîn binêrin em ê bibînin ku rola dewleta Tirk a bingehîn di van aloziyan de ye. Ew pandemiyeke li dijî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ji ber bi rêya piştevaniya Îxwan El-Mislimîn destwerdan li kar û barên Misirê, piştre Lîbya, Yemen, Somal, Tûnis û Sûriyê kir."

Colî di gotina xwe de berdewam kir ku dewleta Tirk bi destwerdanên li kar û barên dewletên cîran, dibîne ku desthilatê li van rejîman û parêzvanê wê ye. Ji lew re kaosê li nav dewletên cîran peyda dike, her wiha komplo û gefan li dijî gel pêk tîne û êrişên bi hedefa afirandina fîtne û aloziyê pêk tîne. Lê belê di bingehê de hewl dide tevahî pergalên demokratîk û yên nêzî gel ku mafên azadiya ferd û çarenûsa wê dide, armanc bike.

 ‘DEWLETA TIRK LI BAKURÊ KURDISTANÊ BIJARDEYA LEŞKERÎ DI SER A AŞTIYÊ RE BERZ KIR’

Der barê siyasetên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê de, Welîd Colî wiha eşkere kir: "Dewleta Tirk li dijî siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, çalakvan û rojnamegerên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hemleya qirkirina siyasî pêk anî. Ji wê zêdetir jî êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Li pêş dewleta Tirk du bijarde hene, ya yekemîn; aştiya bi gelê Kurd re ye. Ji ber  di hundirê Tirkiyê de di navbera 17 heta 18 milyon Kurd heye û li erdnîgariyeke fireh a Bakurê Kurdistanê belav dibe. Lê dewleta Tirk xeteke din hilbijart, ew jî dijminahiya gelê Kurd, siyaseta çewisandina siyasî, bendenî û wêrankirina bajarên Kurdistanê."

 ‘BÊDENGKIRINA DENGÊN BI DAXWAZÊN AŞTIYÊ’

Di 24’ê Îlona îsal de, AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan hemleya girtinê li dijî parlamenterên Kurd, siyasetmedar, rojnameger û rewşenbîran dest pê kir. Colî girêdayî vê yekê wiha got: "Dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP’ê dengên bi daxwaza aştiyê yên ji partiyan derdiketin qut kir, di serî de jî HDP’ê. Li dijî parlamenterên HDP’ê siyasetên çewisandin pêk anî, serwerî li şaredariyên li hundirê Tirkiyê kir. Ev tevahî têra wê nekir, lê belê tevahî dezgehên çapemeniyê çewisandin û ew li ser tevnên civakê girtin."

Colî bi lêv kir ku ev nîşane û kiryarên dewleta Tirk eşkere dibin ku amadekariya şerekî mezin heye ku ji hundirê Tirkiyê ve dest pê bike. Ev jî bijardeya duyemîn e ku hewl dide pêk bîne.  Da ku bi wê re dîktatoriyeke mezin ku dişibe dîktatoriya nazî ava bike. Nîşaneya vê yekê jî hilbijartinên dawîn ên li dewleta Tirk, vegerandina pergala parlamentoyê ya bi pergala serokatiyê, da ku biryarên serokatiyê bi hêz û pêkan bin.

 ‘DEWLETA TIRK PROJEYA DEMOKRASIYÊ YA LI ROJHILATA NAVÎN HEDEF DIGIRE’

Welîd Colî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk baş dizane ku projeyên demokrasî bi vîna gelan û taybetmendiyên wan ve girêdayî ne, lê belê hewl dide bi rêya êrişên xwe van projeyan têk bibe. Ji ber projeyên demokrasî yên azad dikevin xizmeta tevahî gelan.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q-dLl5xeoLc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>