Ciwanên Helebê: Divê şoreşeke zihnî li hember siyasetên şerê taybet pêk bînin

Ciwanên partiyên siyasî yên Helebê destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst, di serî de jî dewleta Tirk siyaseta şerê taybet li dijî çîna ciwanan pêk tînin, hedefa wan jî kontrolê li ser fikr û çanda ciwanan bikin, ji ber ku ciwan dînamîka civakê ne. Her wiha ciwanan piştrast kir ku pêwîstî bi destpêkirina hemleyên danasîn û pêkanîna şoreşa zihnî heye, da ku ciwanan ber bi rêya rast ve bibin.

Ciwanên Helebê: Divê şoreşeke zihnî li hember siyasetên şerê taybet pêk bînin
5 mijdar, 2020   05:13
HELEB-HENEN MIHEMED

Gelek dewlet bi rêya şerê taybet hewl didin fîtneyê biafirîne, bi taybet di navbera çîna ciwanan de. Hedef jê jî serweriya li ser fikir, çand û aboriyê ye, da ku bigihînin armancên xwe.

Girêdayî mijarê, gelek ciwanên partiyên siyasî yên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê axivîn û îşaret bi xeteriyên ku dewletên kapîtalîst, di serî de jî dewleta Tirk, li dijî çîna ciwanan pêk tînin, kir.

Endama Meclisa  Sûriya Demokratîk (MSD) Evîn Siwêd wiha got: "Ciwan hêza aktîf di civakê de ye, ji lew re rojane rastî kiryar û xeteriyên şerê taybet ên ji hêla dewletên kapîtalîst ve tên, di serî de jî dewleta Tirk."

Evîn Siwêd wiha domand: "Di ser aloziya Sûriyê re nêzî 10 sal in derbas bû û hê jî krîz li Sûriyê heye. Bi wê re jî dewleta Tirk siyaseta şerê taybet bi awayekî giştî li dijî jinan meşand û bi taybet jî li dijî çîna ciwanan meşand. Dewleta Tirk bi kiryar û sûcên xwe hewl dide fîtneyê di nava çîna ciwanan de biafirîne û bandorê li fikirên wan bike."

Der barê sekna li hember şerê taybet de Evîn Siwêd wiha pê de çû: "Divê ciwan hevgirtî bin û xeleka rêxistina xwe fireh bikin, têkoşîn û perwerdeya xwe xurt bikin. Da ku bigihînin fikreya rast û Sûriyeke demokrat û azad."

Evîn Siwêd da zanîn ku ciwan dara piştî ya civakê ye, divê bandora wan di pêvajoya pêş de hebe, ji ber ev pêvajo hesas û bigirêk e.

Li aliyekî din jî endama Partiya Yekitiya Demokratî (PYD) Ronahî Mulhim îşaret bi sedema firehbûna xeleka şerê taybet di civakê de kir û wiha axivî: "Ev yek di encama nezaniya civakê ya têgehan de, bi taybet jî bandorên civaka rojavayî, idîayên aborî û êrişên dewleta Tirk li ser civakê."

Têkildarî xwerizgarkirina ji siyasetên şerê taybet, Ronahî Mulhim wiha bi lêv kir: "Pêdiviya rizgarkirina ji şerê taybet bi şoreşa wijdanî û zihnî heye ku gelek têgehan biguhere û ciwanan ji xeteriyên şerê taybet zana bike."

Ronahî Mulhim eşkere kir ku divê çiwanên birêxistinkirî hemleyên zanabûn û perwerdeyên li ser şerê taybet, bandor û neyên wê li dar bixin, her wiha divê ciwan li ser aliyên werzîşî û hunerî çalakiyan li dar bixin. Da ku ciwanan ber bi xwe ve bikişînin û enerjiya wan di cihên rast de bi kar bînin.

Endamê PYD’ê Elaaedîn Elo diyar kir ku hedefa dewletan ji siyasetên şerê taybet ên li dijî çîna ciwanan, kontrolkirina fikir, çand û aborî ye. Mîna ku dewleta Tirk li dijî çîna ciwanan pêk tîne. Ji ber ciwan hêza aktîf di civakê de ye.

Elo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Pêwîst e çîna ciwana bi rêya rêxistinkirina xebatên wan ên bi hedefa bidûrxistina ji rêbazên şerê taybet, bê zanakirin,  li gel wê jî divê malbat bi rêya çavdêriya li televîzyon û tevna civakî bên zanakirin, heta ku civakeke ji şerê taybet parastî ava bikin."

(fr)

ANHA