​​​​​​​Ebîr Hesaf: Divê PDK hêzên xwe neşîne Herêmên Parastina Medyayê

Endama rêveberiya Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf got, bal kişand ser xetera ku PDK hêzên xwe bişîne herêmên Parastina Medyayê û bang li aliyan kir ku dest bi diyalogê bikin, yekitiyê pêk bînin û xeta parastina çar parçeyên Kurdistanê ava bikin.

​​​​​​​Ebîr Hesaf: Divê PDK hêzên xwe neşîne Herêmên Parastina Medyayê
5 mijdar, 2020   03:18
QAMIŞLO-SLAVA EBDULREHMAN

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murad Karayilan banga diyalogê li Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî kir ku, piştî ku PDK`ê hêzên xwe anîn herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya yên ku dewleta Tirk car carê êrişî wê dike da ku tevgerên Hêzên Parastina Gel (HPG) sînordar bike.

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî bi rêya tawanbarkirina PKK`ê bersîva bangawaziya Karayilan da bêyî ku behsa diyalogê yan jî rêbazên çareseriyê bike. Ev nîşaneyên îhtîmala rûdana şerekî birakujî dide.

Endama rêveberiya Desteya Rêveber a Kongreya Niştîmanî-Rojava (KNK-Rojava) û endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf têkildarî mijarê ji ANHA`yê re axivî.

`KURDISTAN HATE PARÇEKIRIN Û PLANÊN PARÇEKIRINÊN NÛ HENE`

Ebîr di destpêka gotinên xwe de behsa girîngiya yekitiya Kurdan di vê pêvajoya dîrokî de kir û got: “Heke mala Kurdî û helwesta wê yek bûya, dewleta Tirk nedikarî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike. Helbet heke xîtaba Kurdî yek bûya, referandoma Başûrê Kurdistanê bi vê rêbazê bi bin nediket.“

Ebîr wiha domand: “Dewletên ku desteka hikumeta Başûr dikirin mîna dewleta Tirk, li dijî referandomê derket. Lewra divê aliyên Kurd xetek ji bo parastina axa Kurdistanê li her çar parçeyan ava bikin. Planên parçekirina Kurdistanê hene. Kurdistan berê hatibû parçekirin û îro jî ber bi parçebûneke nû ve diçe. Heke em tedbîrên pêwîst negirin wê axa Kurdistanê careke din were parçekirin.”

`XETERIYA ŞANDINA PDK`Ê HÊZÊN XWE JI HERÊMÊN PARASTINA MEDYA RE MEZIN E`

Ebîr di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku tevgerên PDK`ê ber bi herêmên Parastina Medya ve, gelek xeter in. Ev tevger ji berjewendiya dijminên gelê Kurd in. Dewleta Tirk her roj êrişî herêmê dike lê hikumeta Başûr tu helwestê nîşan nade.

Ebîr wiha pê de çû: “Komkirina PDK`ê hêzên xwe li herêmên Parastina Medya tê wateya pêkhatina şerekî. Ev şer ji bo gelê Kurd pir dijwar e. Rûdana şerekî birakujî bi xwe kerastek e û berjewendiya dijminên gelê Kurd ên ku hewl didin wî û doza wî tune bikin, pêk tîne.”

Her wiha Ebîr piştrast kir ku divê partiyên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hewl bidin yekitî pêk were û nakokiyan çareser bikin. Ji çarçoveya berjewendiya partiyetî derkevin û berjewendiya gelê Kurd pêk bînin. Ebîr îşaret pê kir ku dijminên ku di navbera wan de dijminahiyeke dîorkî hebûn, îro ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd li hev dikin. Lewra divê tevahiya hêzên Kurdistanê û partiyên siyasî li xwe vegerin û bi lîstokên ku ji hêla dijminan ve têne plankirin, neyên xapandin.

Ebîr di nav gotinên xwe de bang li aliyên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku nakokiyên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Ebîr Hesaf di dawiyê de got: “Doza Kurd di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibe. Divê her kurdek ji bo pêkanîna yekitiya Kurdan bixebite.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w7479l7w5xQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>