​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Em helwestên PDK’ê yên bi piştevaniya dijmin red dikin

Şêniyên Efrînê siyasetên dijminane yên ku PDK’ê li dijî gelê Kurd pêk tîne, red kirin û bang li PDK’ê kir ku piştgiriya xwe ya ji artêşa Tirk a dagirker re rawestîne.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Em helwestên PDK’ê yên bi piştevaniya dijmin red dikin
5 mijdar, 2020   04:53
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Di demekê de ku gelê Kurd hewl dide yekitiya xwe ava bike û dest bi merheleyeke nû ya li hember dagirkeriyê bike, PDK’ê li siyasetên xwe yên berê yên danûstandina bi dijminê gelê Kurd re vedigere. Ew jî bi rêya hêsankirina tevgerên artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina HPG’ê, pêk tîne.

Gelê Kurdistanê li hember helwestên PDK’ê bi hêrs bû, girêdayî vê mijarê jî şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin ev siyaset red kirin û bang li PDK’ê kir ku ji bo berjewendiya gelê Kurd bixebite.

Endamê rêveber ê PYD’ê şaxê Efrîn Esad Menan wiha got: "Di 1982’yan de artêşa Tirk a dagirker êrişî çiyayên Başûrê Kurdistanê û HPG’ê kir. Lê mixabin PDK’ê piştevaniya van êrişan kir. PDK’ê ne tenê piştevanî kir, lê belê di salên 1990 û 1995`an de jî  de piştevaniya êrişên dewleta Tirk ên li dijî hêzên Gerîla kir. Îro jî dibînim dîsa piştgiriya artêşa Tirk a dagirker di êrişên li dijî Heftanînê de dike."

Menan da zanîn ku divê nakokî nebin sedema şerê di navbera aliyên Kurd de û piştrast kir ku piştgiriya PDK’ê ji êrişên dewleta Tirk re bi hedefa têkbirina gelê Kurd e."

Li aliyekî din jî Xedîce Îbo li ser sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk anîne axivî û wiha got: "Bi sedan salan dewleta Tirk gelê Kurd li her derê hedef digire,  komkujiyan pêk tîne, malan wêran dike û gel neçarî koçberiyê dike. Bo nimûne Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Lê mixabin, di vê çarçoveyê de dewleta Tirk di sûcên xwe yên dermirovî de xwe dispêre PDK’ê."

Xedîce Îbo diyar kir ku PDK’ê îxanet li civaka Êzidî ya li Şengalê kir, ji çeteyên DAIŞ’ê revî û şênî li hember terorê hişt. Lê belê HPG, YPG û YPJ’ê li gel civaka Êzidî heta rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê, sekinî.

Xedîce Îbo bang li PDK’ê kir ku dev ji siyasetên xwe berde û li rex gelê Kurd bisekine.

Li dawiyê jî endamê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê Mihemed Welîd piştrast kir ku siyaseta PDK’ê ya li dijî gelê Kurd dê bandore li nexşeya Rojhilata Navîn bike, divê PDK’ê piştevaniya êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û çiyayên Kurdistanê rawestîne.

(fr)

ANHA