ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 5-11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 5-11-2020`AN
5 mijdar, 2020   00:00

-Şopandina geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin.

-Meclisên gel û jinan ên bajarê Reqayê li dijî sûc û kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şandeya Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan bi Meclisa Leşkerî ya Suryan re li bajarê Til Temirê dicive saet 9:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dewreyên Foca Agirkujiyê li bajarê Hesekê bi pêşkêşkirina perwerdeyên ku birine bi dawî dibe saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hikumeta Şamê dorpêça ku li ser kantona Şehbayê ferz kiriye girantir dike. Koçberan diyar kir ku hikumeta Şamê bi vê gavê hewl dide gel li dijî rêveberiya li Şehbayê derxe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Artêşa Tirk a dagirker di hefteya borî de hedefgirtina gundên li herêmên temas ên li nêzî bajarokê Erîma zêde kir. Ev topbaran ji payîza sala borî ve ya herî dijwar e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Şedadê diyar kir ku rûdanên siyasî û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên tên eşkerekirin ku di navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê de peyman hene, da ku berjewendiyên xwe yên hevpar li bakurê Sûriyê bimeşînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

dosya

-Ji Tebaxa 2014`an ve, êrişên li ser Şengalê ranewestiyan. Piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê, topbarana dewleta Tirk dest pê kir. Piştî ku civaka êzidî xwe bi rêxistin kir, ji nû ve planên di navbera Tirkiyê, Iraqê û PDK`ê de tên sazkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Endama rêveberiya Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf bal kişand ser xetera ku PDK hêzên xwe bişîne herêmên Parastina Medyayê û bang li aliyan kir ku dest bi diyalogê bikin, yekitiyê pêk bînin û xeta parastina çar parçeyên Kurdistanê ava bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şîrovekarê siyasî Welîd Colî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê mîna garantiyekê ye ku qirkirina li dijî civaka Êzidî dubare nebe û divê hikumeta herêma Kurdistanê li pey xapandinên dewleta Tirk neçe, ji ber ew berpirsê parastina civaka Êzidî li Şengalê ye. Her wiha dewleta Tirk li ser Rojhilata Navîn pandemî ye û pisgirêka bingehîn a tevahî aloziyan e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Şêniyên Efrînê siyasetên dijminane yên ku PDK’ê li dijî gelê Kurd pêk tîne, red kirin û bang li PDK’ê kir ku piştgiriya xwe ya ji artêşa Tirk a dagirker re rawestîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWANAN

-Ciwanên partiyên siyasî yên Helebê destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst, di serî de jî dewleta Tirk siyaseta şerê taybet li dijî çîna ciwanan pêk tînin, hedefa wan jî kontrolê li ser fikr û çanda ciwanan bikin, ji ber ciwan dara piştê ya civakê ye. Her wiha ciwanan piştrast kir ku pêwîstî bi destpêkirina hemleyên danasîn û pêkanîna şoreşa zihnî heye, da ku ciwanan ber bi rêya rast ve bibin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara wergirtina garis bi bihaya 425 lîreya Sûriyê û li gorî pileyên başbûnê wê kir, bi wê re jî Komîteya Aboriyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi wergirtina berhema garis a cotkarên Reqayê kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li hemberî xebatên sererastkirina torên kehrebeyê yên Gerînendeya Kehrebeyê ya kantona Kobanê, şênî bi awayekî xemsarî nêzî wan xebatan dibin. Rêveberiyê bang li şêniyan kir ku bi awayekî baş kehrebe bi kar bînin û vala vala xerc nekin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA