Biden serkeftina xwe di hilbijartinên Amerîkayê de didomîne

Dazgehên çapemeniyê îro ragihandin ku bernamzetê demokrat ji bo serokatiya Amerîkayê Joe Biden li eyaleta Wisconsin bi ser ket.

Biden serkeftina xwe di hilbijartinên Amerîkayê de didomîne
4 mijdar, 2020   20:25
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Bloomberg a Amerîkayê Biden heta niha 248 deng ji bingeha 538 dengan bi dest xist. Donald Trump jî 214 deng bi dest xist.

Hemleya Serokê Amerîkayê Donald Trump îro daxwaznameyek ji bo rawestandina jimartina dengan li eyaleta Michigan pêşkêş kir û hate gotin ku kesên cimhurî rê nedan ku li hinek eyaletan dengan bijmêrin.

Li gorî texmînên hemleya Biden, dibe ku Biden zêdetirî 270 dengan bi dest bixe da ku bi ser bikeve.

(şx)