Ziwageha garis li Reqayê dest bi wergirtina berhemên cotkaran kir

Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara wergirtina garis bi bihaya 425 lîreya Sûriyê û li gorî pileyên başbûnê wê kir, bi wê re jî Komîteya Aboriyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi wergirtina berhema garis a cotkarên Reqayê kir.

Ziwageha garis li Reqayê dest bi wergirtina berhemên cotkaran kir
Ziwageha garis li Reqayê dest bi wergirtina berhemên cotkaran kir
Ziwageha garis li Reqayê dest bi wergirtina berhemên cotkaran kir
5 mijdar, 2020   07:12
REQA

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê bi piştevaniya Desteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ziwageha garis a li gundewarên bakurê Reqayê bi lêçûna 320 hezar dolar sererast kir, bi wê re jî ziwagehê dest bi wergirtina garis ji cotkaran kir.

Garis ji berhemên ku cotkarên Reqayê pişta xwe didinê. Her wiha nêzî ji sedî 50 li zeviyên avî garis hat çandin.

Ziwageh barê cotkaran a ziwakirina garis sivik kir, ji ber cotkaran zirareke hem madî hem jî manewî di ziwakirinê de dikişand. Li gel wê jî garis kevkî dibû, ax û toz diket nav.

Endama rêveber a navenda ziwagehê Henaa Ceiber destnîşan kir ku ziwagehê bi destpêka vê mehê re piştî diyarkirina bihaya garis ji hêla Rêveberiya Xweser ve, dest bi wergirtina berhemê kir.

Li ser rêbaza wergirtinê, Henaa Ceiber da zanîn ku cotkar kartê ji nivîsgehên çandiniyê yên li tevahî herêman qut dikin, piştre garis tînin da ku ziwa bikin. Nîşaneyekê ji garis dibin da ku şilbûna wê diyar bikin û dûvre têxin depoya guncaw ji bo ziwakirinê.

Der barê rêbaza ziwakirina garis de Henaa Ceiber wiha pê de çû: "3 depoyên ziwakirinê hene, her yek 15 tonan hildigire. Dema ziwakirinê di navbera 3 saetan de ye, ew jî li gorî şilbûna garis diguhere. Her wiha piştre jî di depoyên ku Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiyên berê ava kirine de, tê depokirin."

Tê payîn ku berhema garis bi tevahî ji cotkaran li gorî plansaziya wergirtinê, bê wergirtin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pkE5LecTJ-U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>