Siyasetmedarên Alman banga ferzkirina cezayên giran li dewleta Tirk kir

Siyasetmedarên Alman daxwazên xwe yên ferzkirina cezayên giran li dijî Enqereyê û qedexekirina firotina çekan ji bo wê, nû kirin. Her wiha “durûtiya” hikumeta Almanyayê rexne kirin.

Siyasetmedarên Alman banga ferzkirina cezayên giran li dewleta Tirk kir
3 mijdar, 2020   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN.

Serokê Partiya Gel a Ewropayê Manfred Weber, endamê Meclisa Zagonsaz a Federal (Bundestag) Marcus Tracel, parlamentera Partiya Çepgir Sevim Dagdelen û rojnamevan Gerd Holler, der barê sorkirina olî û provokasyonên li rojhilêtê Deryaya Spî de acizbûna xwe li hemberî Enqereyê nîşan da.

Siyasetmedar û rojnamevanan ji rojnameya Kathimerini a Yewnanistanê re wiha got: “Dema ku gef li dijî Ewropayê hebin, divê mirov helwesta xwe zelal bike. Nexasim di mijara dijminahiya Tirkiyê li dijî Ewropayê de. Dibe ku nîqaşên der barê qedexekirina çekan de dest pê bikin.”

Cîgirê serokê Koma Hevaltiya Parlemanê ya Yewnanistan û Almanyayê Marcus Tracel jî diyar kir ku Enqereyê pêşandana hêza leşkerî veguherandiya amûreke siyasî û wiha got: “Heta ku Ewropa bi zimanê ku Enqere ji dan û standinan bêtir jê fêm dike, divê hêza leşkerî ya Tirkiyê kêm bike.”

Sevim Dagdelen got rêbaza herî baş a cezakirinê, ferzkirina cezayan e. Sevim her wiha “durûtiya” hikumeta Almanyayê rexne kir û got ku Almanya ji aliyekî ve piştgiriya Yewnanistan û Qibrisê re nîşan dide û ji aliyê din ve jî firotina çekan ji bo Tirkiyê dewam dike.”

Holler jî wiha got: “Qedexekirina çekan ji bo Tirkiyê dê nameyeke girîng be, lê belê ez bawer nakim ku em xwe bigihînin biryareke bi vî rengî.”

(cx)