Tûra dawîn a hibijartinên serokatiyê yên DYA’yê îro pêk tê

Îro tûra dawîn a hilbijartinên seroketiyê yên DYA’yê dest pê kir û dê encama pêşbirka di navbera Joe Biden û Donald Trump de diyar dike.

Tûra dawîn a hibijartinên serokatiyê yên DYA’yê îro pêk tê
3 mijdar, 2020   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên seroketiyê yên DYA’yê yên 2020`an ku îro pêk tên, hilbijartinên 59'an ên serokatiya DYA’yê ne ku her 4 salan carekê pêk tên.

Îro li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tûra dawîn a hilbijartinan pêk tê ku dê pêşbirka di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û Joe Biden de diyar bike.

Li gundekî biçûk ku hejmara niştecihên wê tenê 12 kes e (Dixville Notch) ê li bakurê rojhilatê DYA’yê 5 kesan dengên xwe ji bo Biden dan.

Ji xeynî gundê nêzîkê Millsfield ku ew jî bi şev deng dide, piraniya navendên dengdanê yên li berava rojhilata DYA’yê saet di 12:00’an (GMT) de vedibin.

(dm)