Şaredariyên gel beriya zivistanê gelek xebat pêk anîn

Ji bo pêkanîna projeyên ku dikevin xizmeta civakê, şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe zêdetir kirin. Ev xebat beriya destpêkirina demsala zivistanê û piştî ku ji ber belavbûna vîrusa koronayê heta demekê hatibûn sekinandin, ji nû ve dest pê dikin.

Şaredariyên gel beriya zivistanê gelek xebat pêk anîn
Şaredariyên gel beriya zivistanê gelek xebat pêk anîn
Şaredariyên gel beriya zivistanê gelek xebat pêk anîn
Şaredariyên gel beriya zivistanê gelek xebat pêk anîn
Şaredariyên gel beriya zivistanê gelek xebat pêk anîn
Şaredariyên gel beriya zivistanê gelek xebat pêk anîn
3 mijdar, 2020   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Her sal beriya demsala zivistanê, komîte û werşeyên girêdayî şaredariyên gel projeyên ku dikevin xizmeta şêniyan, pêk tînin. Şaredarî herî zêde girîngiyê didin xebatên qîrkirin û amadekirina rêyan, restorekirina torên kanalîzasyonê û avê.

QAMIŞLO

Li kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê, şaredariyên gel ji bo xebatên sala 2020`an plansaziyek danî. Lê ji ber belavbûna vîrusa koronayê û ragihandina qedexeya derketina derve û derengmayîna xerckirina lêçûnên giştî de, hin proje pêk hatin û hinek jî hatin taloqkirin.

Qîr li hemû bajarok û navçeyên kantona Qamişloyê hate belavkirin, her wiha kolana Kornîş a li navenda Qamişlo hate restorekirin û bi rêjeya ji sedî 50 hate qîrkirin. Xebatên li kolanê berdewam in.

Şaredariya Gel bi hevkariya bi şîrketên Cûdî û Zagros re xebatên restorekirina rêyan li gundên girêdayî navçeyên Tirbespiyê, Girkê Legê, Çilaxa û bajarê Dêrikê bi dawî kirin.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan û Jîngehê ya Kantona Qamişloyê Mesûd Yûsif destnîşan kir ku şaredariyan ji Hezîrana 2020`an ve dest bi pêkanîna projeyan kiriye.

/kr/uploads/files/2020/11/03/095747_-.webp

Projeya dirêjkirin û restorekirina tora avê hîna berdewam e û stasyonên ava vexwarinê hatin restorekirin û pirsgirêka jeneratorên elektrîkê (kehrebe) ya bajarokê Til Hemîsê hate çareserkirin. Her wiha xezanê sereke yê li navçeya Til Hemîsê hate restorekirin û piştî gelek salan pirsgirêka qutbûna ava vexwarinê, hate çareserkirin.

Xebatên amadekirina piran jî di plansaziya şaredariyan de cih girt. Di wê çarçoveyê de pirsên sereke li navendên bajaran wekî pira El-Hezam a başûr li Tirbespiyê hate restorekirin û pira El-Zihêriyê hîna di qonaxa dawî de tê çêkirin.

Werşeyên şaredariyan ên li seranserê kantonê, beriya zivistanê dest bi hemleyan paqijkirina cihên li ser rêyan ên ji bo ava baranê kir.

Şaredariya Qamişloyê çemê Ceqceq ku di nava bajêr re derbas dibe, paqij kir û gelek çerxerêyên li bajêr xemilandin. Her wiha li pira li Qenat Siwês ya taxa Cûdî, dar çandin.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YbPuNrYWIiY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li kantona Kobanê 11 şaredariyên gel di 5 mehên dawîn de gelek xebat bi dawî kirin. Ji wan xebatan firehkirin û guhertina torên kanalîzasyonê, qîrkirin û firehkirina rêyan, amadekirina piran û avakirina hewzên avê bi lêçûna 40 hezar dolarî.

Komîteya girêdayî şaredariyan, di qonaxa destpêkê de rê bi dirêjahiya 205 km bi kevir restore kir. Di qonaxa duyemîn de, kevirên kilsî bi dirêjahiya 105 km li ser rêyan danîn. Mîna rêya Til Xezal, Mexaric heta gundê Qişlê û rêya gundê Keleha Hedîd, Qere Mezraa û Defiyê. Her wiha 82 pirên betonê amade kirin. Her wiha şaredariyan, rêyên hinek gundan gihandin hev mîna gundê Korik Bişaltî û hezar û 728 m ji kolanên bajarê Kobanê restore kirin.

Têkildarî projeya firehkirina rêyên sereke yên kantonê û qîrkirina wan, hemû şaredariyên girêdayî Komîteya Şaredariyan li hev kiribû ku rêyên girîng ên kantonê heta 15 metreyan fireh bikin.

Şaredariya Kobanê jî torên kanalîzasyonê yên Taxa Nû ya Kobanê  û hinek taxên din ku pêwîstiya wan bi guhertina toran hebû bi dirêjahiya 11 hezar metreyan fireh kirin. Tora avê ya gerînendetiyên avê yên girêdayî Komîteya Şaredariyan a kantonê bi dirêjahiya 17 hezar û 800 m fireh kirin.

Şaredariyê di havîna borî de hewzeke avê li gundê Şêx Qemer ê girêdayî şaredariya Çelebiyê bi lêçûna 40 hezar dolarî ava kir. Hewz têra 500 metrekabik av dike û dê avê bide 10 gundên derdorê.

Her wiha şaredariyê li gundê Şeran ê rojhilatê bajarê Kobanê bîrek bi kûrahiya 170 metreyan koland û xetasek bi lêçûna 4 milyon û 500 hezar lîreyên Sûriyê danî ser bîrê da ku avê bide wan gundan. Hewza bîrê berê hatibû amadekirin û dê zêdetirî 10 gund sûd ji vê projeyê bigirin.

/kr/uploads/files/2020/11/03/095831_-5-1-.webp

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a kantona Kobanê Hecî Ehmed diyar kir ku xebatên ku di çend mehên borî de hatine pêkanîn, li gorî plansaziyê bûn û di demê xwe de bi dawî bûn.

ŞEHBA

Desteya Şaredariyan bi hatina zivistanê re û tevî derfetên kêm dest projeyên ku xizmeta gelê Şehba û koçberên Efrînê dikin, kir.

Di wê çarçoveyê de, rêyên Kantona Şehbayê çêkirin û nêzî 5 km rê qîr kirin. Her wiha rêyên mayî xîz kir û konên qetiyayî bi konên nû guhertin..

Şaredariyê her wiha av bi rêya sehrîcan belav kir, xetên eleketrîkê di nav Kantonê de dirêj kirin, jenerator çêkirin û banê nû jê re çêkirin da ku ji baranê biparêzin û rojane gilêşê ji nav kantonê radikin.

Di demên dawîn de, hemleyên belavkirina mêşmoranan dest pê kir, cihên gilêşê yên giştî amade kir û projeyên kanalîzasyonê bi temamî bi dawî kir.

/kr/uploads/files/2020/11/03/095903_-1600x1200.webp

Hevseroka Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê Melek El-Hisên der barê tedbîrên sereke ku beriya hatina Zivistanê giritne, wiha got:" Şaredarî cihên li ser rêyan ên ji bo baranê beriya Zivistanê paqij dike û pirsgirêkên elelketrîkê çareser dike.”

Melek got demeke berê hemleyên paqijiyê û projeyên kanalîzasyonê li kampan pêk anîn, torên avê jî li kampan dirêj kirin û niha ew li Kampa Veger a Şêrawayê parkekê amade dikin.

ANHA