Parêzerên rêber Ocalan ji  bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê re hevdîtinê bikin, careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzerên rêber Ocalan ji  bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
3 mijdar, 2020   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzer Newroz Ûysal û Rêzan Sarica di mehên Gulan, Hezîran û Tebaxa 2019’an de li gel muwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn. Parêzeran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribû.

Dozgeriyê herî dawî di 23'yê Îlonê de bi hinceta “nexşerêya” Ocalan a ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re şandibû, heya 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kiribû.