Rojnameyên erebî: Fransayê welatên rojavayî ji ber bazarkirina bi tundrawan re hişyar kirin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa aborî ya hikumeta Şamê, tedbîrên Fransayê yên li dijî rêxistinên îslama siyasî û rewşa li Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Fransayê welatên rojavayî ji ber bazarkirina bi tundrawan re hişyar kirin
3 mijdar, 2020   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

`ESMA EL-ESED KAXIZÊN ABORÎ YÊN REJÎMÊ JI NÛ VE RÊZ DIKE`

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha diyar kir: “Diyar e ku aboriya reijma Sûriyê ji nû ve tê sazkirin. Bi wê yekê re cihên serweriyê yên karsazên ku rolek di sepandina rejîmê de di salên şer de lîst, tên guhertin.”

Rojnameyê wiha domand: “Li gorî çavkaniyên ji Şamê, vê hemleyê ji bo hewandina pirsgirêka ku ji ber dûrxistina Ramî Mexlûf ji qada aboriya Sûriyê derketiye, dest pê kir.”

Çavkaniyan bi bîr xist ku hevjîna serokkomarê Sûriyê Esma El-Esed ku hemleya li dijî Mexlûf bi rê ve biriye, niha jî piştî wefata xalê El-Esed Mihemed Mexlûf, hemû xebatên aborî bi rê ve dibe.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku vê guhertinê rewşeke nû derxist holê ku Esma El-Esed dixwaze bi kar bîne û kaxizan ji nû ve rêz bike. Di nav de sînordarkirina serweriya bazirganên ku di şer de derketine û piştî ku Rûsya û Îranê bi awayekî hevseng Sûriye desteser kir û bûne hêzeke xurt a aborî. Di demekê de ku aboriya herêmê bi daketina nirxê lîreyê Sûriyê hildiweşe û lîreyê Sûriyê bi rêjeya ji sedî 80 ji nirxê xwe winda kir û di Nîsanê de li beramberî her dolarekê gihaşt 3 hezar lîreyan û piştre carekê bûbû 2 hezar û 300 lîre. Lê belê di hefteya dawîn de dîsa rabû 2 hezar û 500`î û pêşbînî hene ku bi zivistanê re û kûrbûna aloziya nan û sotemeniyê re, rewş xerabtir bibe.”

‘FRANSAYÊ WELATÊN ROJAVAYÎ JI BAZARKIRINA BI ÎSLAMA SIYASÎ Û TUNDRAWAN RE HIŞYAR KIRIN’

Têkildarî tedbîrên Fransayê ji bo şopandina radîkalan, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Serokwezîrê Fransayê Jean Castex nîşaneyên bihêz ji welatên Ewropayê û bi taybetî ji Brîtanya û Almanyayê re şandin ku welatê wî dê “bazarkirina” bi tevgera îslama siyasî re qebûl neke. Ji ber ku bi wê yekê radîkalên ku çalakiyên terorî ne tenê li Fransayê li belê li gelek dewletên Ewropayê pêk tîne, tên parastin ku hin welat wan koman dihewînin û di saziyên xwe de bi cih dikin.”

Çavdêrên rewşa Fransayê dişopînin, axaftina Castex wek nameyekê ji serok Macron ji bo aliyên hundirîn û derve ku îslama siyasî di bin navê azadiyê de li Fransa û Ewropayê bi cih kirin, hesibandin.

Xuya ye ku nameya Fransayê ji bo Tunisê jî derbasdar be ku ji wê derê dijberê çanda Fransayê derdikevin. Ji nameyê xuya dibe ku dê Parîs nimûneya îslamî li ser sînorên xwe yên başûr qebûl neke.

‘ALIYÊN LÎBYAYÊ LI HUNDIRÊ WELÊT BI HEV RE CIVIYAN’

Rojnameya El-Beyan der barê rewşa Lîbyayê de wiha nivîsand: “Duh li bajarê Xedamis ê Lîbyayê civînên komîteya leşkerî ya hevbeş bi sponseriya şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) û beşdarbûna seroka şandeyê Stephanie Williams, dest pê kir.”

Ev cara yekemîn e ku civîna komîteya leşkerî ya hevbeş li hundirê Lîbyayê tê lidarxistin, piştî ku civînên berê li Cinêvê, bajarê Xerdeqa yê Misirê û Bozenîqa yê Mexribê, pêk hatibûn.

Ev tora dan û standinan piştî îmzekirina peymana agirbestê ya dawîn a her du aliyan ku 23`yê Cotmehê li Cinêvê pêk hatibû, dest pê kir. Armanca dan û standina nîqaşkirina mekanîzmayên pêkanîna agirbestê, avakirina komîteyan, mekanîzmayên çavdêriyê û piştrastkirina pêkanîna agirbestê ye.”

(şx-cx)