Kargeha Lîlît çanda hemû pêkhateyan nîşan dide

Kargeha Lîlît a ji aliyê jinan ve tê birêvebirin, ji bo hemû pêkhateyan cilên folklorîk çêdike, di demeke zû de daxwazên şêniyan bi cih tîne û bi elaqeyeke mezin a şêniyan tê pêşwazîkirin. 

Kargeha Lîlît çanda hemû pêkhateyan nîşan dide
Kargeha Lîlît çanda hemû pêkhateyan nîşan dide
Kargeha Lîlît çanda hemû pêkhateyan nîşan dide
3 mijdar, 2020   07:34
QAMIŞLO – SILAVA EBDULREHMAN

Di demên dawîn de destkariyên jinan roleke mezin di bazarên xwecih ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst, ji ber ku di bilindkirina asta berhemên aboriya herêmê de bû alîkar. Ji wan projeyên sereke yên girêdayî cil û bergan e ku bi eleqeyeke mezin tê pêşwazîkirin.

Kargeha Lîlît a cil û bergên folklorîk, ji wan projeyên girîng e ku ji aliyê jinan ve hatine vekirin. Kargeh sala 2018'an bi boneya 25'ê Mijadrê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hate vekirin. Navê Lîlît vedigere destana dîrokî ya "xwedawenda serbixwe" ya ku banga wekheviya her du zayendan dike.

Di kargehê de 5 jin bi awayekî kollektîf dixebitin, cil û bergên folklorîk ên kurdî, erebî û suryanî, her wiha cilên medenî ji bo jin, zilam û zarokan didirûn û neqşan lê dixin û bi buhayên ji sûkê kêmtir difiroşin. Buhayê her parçeyekî di navbera 5 hezar heta 20 hezar lîreyên Sûriyê de ye.

Kargeh cilan ji bo komên hunerî peyda dike û dewreyên perwerdeyê yên dirûnkariyê ji jinan re vedike.

Rêvebera kargehê dirûnkar Nûrhan Fethî destnîşan kir ku karê kargehê cuda ye, ji dema hatiye vekirin ve zû daxwazan bi cih tîne, ji ber wê bi eleqeya mezin a şêniyan hate pêşwazîkirin. Nûrhan diyar kir ku kargeh cilên jin, zarok û zilaman çêdike û pêwîstiyên sûkên xwecih bi cih tîne.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen sedema vekirina kargehê destnîşan kir û got ji bo piştgiriya jinan e da ku projeyên rengîn vekin.

Rewda da zanîn ku di salên dawîn de, li herêmê lixwekirina cilên folklorîk di nav hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermen de zêde bûye. Her wiha destnîşan kir ku ji bo danasîna cilên folklorîk berhemên kargehê di mîhrîcan û pêşangehan de hatin pêşandan.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen di dawiya axaftina xwe de got wan bi vekirina vê kargehê xwest piştgiriya projeyên jinan bikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FPTzz_xpxGc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>