​​​​​​​Çeteyên DAIŞ'ê li Kabulê êriş pêk anîn: Bi kêmanî 22 kes mirin

Çeteyên DAIŞ'ê li paytexta Efganistan Kabulê êriş bire ser zanîngehekê, di êrişê de bi kêmanî 22 mirin.

​​​​​​​Çeteyên DAIŞ'ê li Kabulê êriş pêk anîn: Bi kêmanî 22 kes mirin
2 mijdar, 2020   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi bombeyeke zindî li zanîgeha Kabulê êrişek pêk hat û piştre jî 2 sekvan xwendekar kirin hedef.

Li zanîngahe herî mezin a welat di navbera hêzên ewlekarî û êrîşkaran de bi saetan şer qewimî.

Li gorî çavkaniyên Wezareta Karê Hundir, 3 êrişkar bûn. Kesekê bombeya li ser xwe teqand, 2 yên din jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê li xwe girt de, xwendekar jî di nav de bi kêmanî 22 kes mirin, 22 jî birîndar bûn.

Serokkomar Eşref Ganî, ragihand ku wê tola xwendekarên bê guneh hilînin. Ganî got: “Wê ev êriş bê bersiv nemîne, bersiva vê wê bê dayîn.