Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bersiva KCK’ê da

Piştî bangawaziya KCK’ê ya ji bo diyalogê û pêşî lê girtina şer, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bersiv da, lê ji derveyî tawanbarkirina KCK’ê, qet behsa diyalogê û çareseriya pirsgirêkê nekir.

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bersiva KCK’ê da
2 mijdar, 2020   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan derbarê liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li herêma Garê de bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir ku helwesta xwe ya derbarê mijarê de eşkere bike û daxwaza diyalogê kir, îro Barzanî li ser malpera PDK’ê ya fermî bersivek nivîskî da û bi ti awayî behsa diyalogê nekir, tenê PKK’ê tawanbar kir.

Barzanî ku berî niha çend salan îddîa kiribû, wî şerê Kurd bi Kurd re heram kiriye, di vê peyamê de gav bi paşve diavêje û dibêje, “Dîrok şahid e û em pê şanaziyê dikin ku me şerê Kurd bi Kurd re heram kiriye. Ji ber gelê Kurdistan û hemû aliyek zirareke zêde ji şer dîtiye. Lê nabe ev helwesta me şaş bê destgirtin, were îstîsmarkirin û ji bo destwerdana li desthilata yasayî ya Herêma Kurdistanê were bikaranîn. Her wiha nabe hewl bê dayîn ev ji bo ferzkirina  îradeyeke çekdarî ya neqanûnî li ser xelkê Kurdistanê  were destgirtin. Nabe helwesta heramkirina şerê Kurd û Kurd wisa bê destgirtin ku aramî û aştiya bajar, bajarok û gundên me were têkdan, welatiyên me neçar bikin mal, milk û cihê xwe terk bikin, bibin qurbanî, bi neheqî şehîd bibin û kes jî dengê xwe neke.”

Barzanî ku yek gotin ji bo dagirkeriya Tirk nake û qilifeke wiha li sewqiyeta leşkerî ya ji bo herêma Garê dike, wiha dibêje; “Piştî êrîşên dirindane yên terorîstên DAIŞ’ê, pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê berê xwe dan eniyên şer ên dijî terorîstan û piraniya ew herêmên sînorî vala kirin. Mixabin ji wê demê ve li şûna ku piştgiriya ezmûna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKK’ê van herêmên sînorî û paşê hinek herêmên din jî dagir kir û xwe wek alternatîfê Hikûmeta Herêmê ferz kir, Pêşî li wê girt ku xelk mal û gundê xwe ava bikin. Dema welatî xwestin serdana herêmên xwe bikin jî bac ji wan girtin. Bêguman ev refterane nayên qebûlkirin. Helwesta Nîştîmanperwerane û welatperwerane bi pratîkî tê kirin, ne bi gotin û daxuyaniyan.”

Barzanî di dewama peyama xwede îddîa dike ku wan dema destpêkê ya çalakiyên Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê de piştgiriya PKK’ê kiriye lê ew berovajiyê vê tevgeriyane û got, “Divê di vir de ez bi bîra wan bixim ku dema destpêkê çalakiyên wan dest pê kir, me bi her awayek hevkariya wan kir. Lê wan berovajiyê wê helwesteke necamêrane nîşan da û piştre gelek qonaxên şer ferz kirin û di encamê de hemû aliyek zirarmend bûn.”

Mesûd Barzanî ku dagirkeriya Tirk ji nedîtî ve tê, wiha bersiva diyalogê ya Tevgera Azadî ya Kurdistanê dide; “Helwesta herî baş ya di vê demê de were nîşandan rêz li desthilata yasayî û rewa ya herêmê girtin. Her wiha divê ew herêmên ku bi zora çekdarî dagir kirine terk bikin ku ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bûne metirsî ku niha jî bi sedan gund ji ber çekdarên PKK’ê nehatine avakirin û kirine meydana şer û pevçûnan.”

PDK ji 25’ê Cotmehê ve hêzeke zêde ya bi navê Gulan ku rasterast girêdayî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye û piraniya wê ji pêşmergeyên Roj pêk tê, sewqê herêma Garê kiribû û xwestibûn li herêmên di bin kontrola gerîla de bi cih bibin. Ev sewqiyeta leşkerî ya PDK’ê hîn jî berdewam dike û balafirên Tirk jî hemwext herêmê bombebaran dike.

Çavkanî: Rojnews