᾿Yê ku dijberiya PKK`ê bike, zirarê digihîne tevahî gelê Kurd᾿

Siyasetmedarekî Kurd got: "PKK`ê di Kurdistanê de laşê mezin e. Yê ku dijminahiya PKK`ê bike dijmin razî dike. Xuya ye ku dewleta Tirk û PDK`ê heval û dostê hev in. "

᾿Yê ku dijberiya PKK`ê bike, zirarê digihîne tevahî gelê Kurd᾿
3 mijdar, 2020   03:59
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Piştî ku PDK`ê di 18`ê Adara borî de pêşmergeyên xwe li herêma Zînî Wertê bi cih kirin, careke din bi dehan leşkerên hêza taybet tevî çekên giran sewqî herêma Garê ya girêdayî parêzgeha Dihokê ya Başûrê kurdistanê kir û li wê derê nuqteyên leşkerî çêkirin.

Têkildarî mijarê, siyasetmedarê bi navê Yûsif Dîbo ji ANHA`yê re axivî.

Dîbo da zanîn ku ew ji beriya 30 salî ve dibêje ku ji sedî 60 ji gelê Kurd piştgirtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike û diyar kir ku dijmin dizane ku wê PKK`ê Kurdistanê rizgar bike, ji lewra şerê PKK`ê dike.

`PDK`ê BI KIRYARÊN XWE DEWLETA TIRK RAZÎ DIKE`

Dîbo diyar kir ku PDK`ê bi van kiryarên xwe şaştiyên mezin dike û wiha domand: "Dema PDK`ê dijminatiya PKK`ê dike dewleta Tirk razî dike."

Her wiha diyar kir ku dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê bi bûyerên dijminahiya gelê Kurd, dagirtî ye û wiha lê zêde kir: "Dema em li dîrokê vegerin em dibînin ku PDK`ê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî pêk bîne, dijberiya hemû partiyên kurdî û di nav de PKK`ê kiriye."

Siyasetmedarê Kurd di dewama nirxandina xwe de wiha got: "PKK`ê di Kurdistanê de laşê mezin e. Yên ku dijminahiya PKK`ê bike dijmin razî dike."

Dîbo diyar kir ku gelek nuqteyên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê kurdistanê hene û wiha domand: "Divê Mesûd Barzanî ji wan re bibêje ev dever ne welatê we ye, herin welatê xwe. Xuya ye ku dewleta Tirk û PDK`ê heval û dostê hev in û di rewşa heyî de hikumeta Başûrê Kurdistanê serdana Enqerayê dike."

Her wiha daxuyand ku gelê Kurd ji kiryarên PDK`ê ne razî ye. Ji ber ku dewleta Tirk li hemû cîhanê li dijî kurdan de komkujiyan pêk tîne û PDK`ê piştgiriya wê dike."

Yûsif Dîbo da zanîn ku şaştiyên ku PDK`ê dike wê bibe sedema şerê birakujiyê û wiha pê de çû: "PDK`ê dibîne ku ew bi alîkariya dewleta Tirk heye û heke piştgiriya Tirkiyê neke dê bi dawî bibe."

Siyasetmedarê Kurd Yûsif Dîbo di sala 1957`an de endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bû. Piştî ku tevgera kurdî di sala 1965`an de xwe ji hev veqetiya û bû du şepêl (Çep û Rast), Dîbo cihê xwe di Şepêla Çep de girt.

Di sala 1970`î de Dîbo bi Mele Mistefa Barzanî re civiya û di sala 1989`an de ji bo sekretêriya giştî ya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê hat hilbijartin. Piştî du dewreyan Dîbo ji partiyê îstifa kir û Mihemed Mûsê şûna wî girt.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r6S7L1NPNZg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>