​​​​​​​Hejmara kesên ji ber erdheja li Îzmîrê mirine 92 derbas kir

Hate ragihanin ku hejmara kesên ji ber erdheja li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da gihişte 92’an.

​​​​​​​Hejmara kesên ji ber erdheja li Îzmîrê mirine 92 derbas kir
2 mijdar, 2020   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Hundir û Wezareta Rêveberiya Afet û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihand ku hejmara kesên ji ber erdheja li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan gihişte 92’an.

AFAD’ê destnîşan kir ku 994 kes birîndar bûne ji van jî 839 kes ji nexweşxaneyê hatine derxistin û dermankirina 147 kesî jî didome.

Her wiha hate diyarkirin ku lêgerîna û rizgarkirina ji 17 avahiyan li 12 temam bûye, lêgerîna li 5 avahiyan jî didome.

Her wiha ji 11 kesên ku mutahîtên avahiyên di erdhejê de hilweşayîn 9 kes hatine girtin.

Çavkanî: ANF