Davutoglu: Erdogan ji koronayê xeternaktir e

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu êrişî siyaseta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got "Erdogan li dijî Ewropa û cîhanê gefa herî mezin e."

Davutoglu: Erdogan ji koronayê xeternaktir e
2 mijdar, 2020   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya The National a Îmaratê, hevalbendê berê yê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Ahmet Davutoglu diyar kir ku li Erdogan ji şewba koronayê zêdetir gefan li cîhanê dixwe.

Davutoglu tekez kir ku xetereya herî mezin li ser cîhanê û Ewropayê çanda zordariyê ye ku kesên wekî Erdogan belav kiriye. Davutoglu wiha domand: "Heta ku gelê me azaran bikişîne, gendelî hebe û rûmeta me li derve bê binpêkirin, em ê banga hilbijartinên pêşwext bikin."

Davutoglo piştrast kir ku divê sîstema welêt vegera sîstema parlementeriyê ji ber ku "sîstema heyî tenê aloziyan bi xwe re tîne."

Ahmet Davutoglu di navbera 2014 û 2016`an de serokwezîrê Tirkiyê bû, piştre dev ji partiya AKP`ê berda û partiyeke siyasî ya bi navê Pariya Pêşerojê ava kir.

(cx)