'Yên daxwaza betalkirina zimanê kurdî dikin daxwazên dijmin pêk tînin'

Hevserokê Meclisa PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo got: "Yên ku daxwaza betalkirina perwerdeya bi zimanê kurdî dikin daxwazên dijmin pêk tînin.''

'Yên daxwaza betalkirina zimanê kurdî dikin daxwazên dijmin pêk tînin'
2 mijdar, 2020   01:28
KOBANÊ

Bertekên gel ên li hemberî daxwazên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya betalkirina perwerdeya bi zimanê kurdî û vegera li sîstema perwerdê ya hikumeta Şamê zêde dibin.

Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Ehmed Şêxo bal kişand ser daxwazên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ya betalkirina meteryalên bi zimanê kurdî li Rojava û got: "Şertên ku di dan û standinên yekitiya niştimanî ya kurdî de hatine kirin, xizmeta dijmin dike, heman demê, hewldanên pêkanîna daxwaza dijminê gelê Kurd."

'YÊN DAXWAZA BETALKIRINA ZIMANÊ KURDÎ DIKIN DAXWAZÊN DIJMIN PÊK TÎNIN'

Şêxo destnîşan kir ku yên ku ji berpirsyartiyên dîrokî direvin, şertan li dijî yekitiya netewî datînin û zemîna pêkanîna armancên dijmin datînin, divê van siyasetên xwe rast bikin û ji berjewendiyên kesayetî û partiyetî dûr bikevin.

Şêxo bi domdarî got: "Em niha di sedsala 21'an de ne, tevî bidestxistina gelek destekftiyan lê hîna çarenûsa gelê Kurd ne diyar e, yên xwe Kurd dibîne divê niha parastina van destkeftiyan bike, ji ber ku çarenûsa me tevan bi hev ve girêdayî ye."

Ehmed Şêxo da zanîn ku partî ne armanc e lê belê wesîleya pêkanîna armanc e û wiha domand: "Dema partî bibe wesîle hingî pirsgirêk wê di vir de xuya bike, ji lew ra divê berjewendiyên partiyetî deynin aliyekî û ji bo berjewendiyên kurdî-kurdî bixebitin."

Têkildarî daxwaza betalkirina fêrbûna bi meteryalên kurdî Şêxo ev tişt got: "Ziman ku rojek ji rojan me hêvî dikin bixwînin û em ji bo dihatin girtin dema ku me li dibistanan dixwend, hêviya her welatiyek Kurd e, ku nirxên kurdiyatiyê tê de dibîne. Em hevdu nexapînin, yên ku daxwaza betalkirina vê zimanî dike daxwazê dijminê gelê Kurd bi cih tîne."

'DIVÊ KÊMASÎ WERIN SERERASTKIRIN'

Şêxo bal kişand ser daxwaza betalkirina erka xweparastinê li herêmê û wiha domand: "Ev daxwaz ne eqlane ye û nayê qebûlkirin, ne mumkin e ku hêzeke leşkerî were betalkirin û hêzeke duyemîn were, ev daxwaz ne ya lihevkirinê ye, lê belê ji bo afirandina nakokiyên zêdetir di rêza kurdî de, gel vê daxwaza qebûl nake."

Şêxo îşaret pê kir ku şert û mercên qada navneteweyî ji bo gelê kurd guncaw e ku mafên xwe yên ji dest çûye bidest bixîne û ev tişt diyar kir: "Çima li şûna xizmeta dijmin bikin em ji bo gelê xwe kar nekin? Çima em ji vê derfta dîrokî sûdê negirin û hêviyê gelê xwe bi cih neyînin. Bila gelê me bi diruşmeyên dibêjin 'Em Kudistaneke serbixwe dixwazin' nexape, niha em dibînin ên ku serxwebûnê dixwazin û yên ku xizmeta dijminê gelê Kurd dikin. Rewşa siyasî ya heyî mîna wê di dîroka Kurd derbas nebûye, divê beriya her tiştî em hevdu qebûl bikin, derfet niha li pêşiya me ye."

Hevserokê Meclisa PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo di dawiya axaftina xwe de got: "Her tişt êdî eşkere bûye, ji ber wê divê ji komployên qirêj derkevin û çewtiyan sererast bikin, niha deriyê me ji diyalogan re vekirî ye, were xwestin em amade ne, helwesteke nerm ji bo xizmeta gelê Kurd û doza kurdî bibin, li ser vî esasî divê diyaloga kurdî-kurdî be."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OopHGTTfLKg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>