Li Efganistanê di êrişa li dijî Zanîngeha Kabûlê de gelek kes birîndar bûn

Îro hinek kesên çekar bi çekan êrişî Zanîngeha Kabûlê kir û di encamê de gelek kes birîndar bûn. Polîsan zanîngeh dorpêç kir.

Li Efganistanê di êrişa li dijî Zanîngeha Kabûlê de gelek kes birîndar bûn
2 mijdar, 2020   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên ji hikumetê çekdar û hêzên ewlehiyê yên Efganistanê li Zanîngeha Kabûlê piştî teqîna ku li herêmê pêk hat, bi guleyan êrişî hev kir û herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Efganistanê Ekmel Samsor got: “Di êrişê de herî kêm 6 kes birîndar bûne, di nav de mamosteyek û xwendekarekî zanîngehê jî hene.”

Tevgera Talîban têkiliya endamên xwe di êrişa li dijî zanîngehê de derewand. Heta niha jî tu koman berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Di 10 rojan de ev êrişa duyemîn e, çeteyên DAIŞ`ê çeteyekî xwekuj şandibû navendeke perwerdeyê li taxa Deşt Berşî ya li Kabûlê û di encamê de 24 xwendekar hatibûn kuştin.

Di sala borî de jî di encama teqîna bombeyekê de ku li derveyî deriyên Zanîngeha Kabûlê hatibû bicihkirin, 8 kes hatibûn kuştin. Di sala 2016`an de hinek çekdaran êrişî Zanîngeha Amerîkayê ya li Kabûlê kiribû û 13 kes hatibûn kuştin.

(şx)