ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02- 11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02- 11-2020`AN
2 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi banga qedexekirina şerê birakujiyê li Başûrê Kurdistanê meşekê li dar dixin, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê şehîdekî QSD'ê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo got: "Yên ku daxwaza betalkirina perwerdeya bi zimanê kurdî dikin daxwazên dijmin pêk tînin.'' (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Gelê Kurd ji gelên herêmê yên kevnar e. Dîroka wî vedigere bi hezaran salan. Gelê Kurd roleke sereke di dîrok û şaristaniya demokratîk de lîstiye. Lê heta roja me ya îro tê paşguhkirin. Ji ber ku tu lêkolîn girêdayî dîroka wî tune ye. Piraniya nivîsên ku li ser wî hatiye nivîsandin, hatine berovajîkirin. Carnan weke kok bi Fars ve tê girêdan, carnan jî bi Ereban û carnan jî bi gelê Gurcîyan û gelek gelên din ve tê girêdan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Siyasetmedarê tunisî Macid Berhomî got: "Tevgera El-Nehda ya îxwanî û serokê wê Raşid Xenoşî di aloziyê de ne û pereya dewleta Tirk bi Xenoşî re nabe alîkar ku tevgera xwe rizgar bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo xwesteka rakirina pergala hevserokatiyê red kir û got ev pergala mafekî rewa yên jinan e û rakirina wê tê wateya rakirina destkeftiyên Rojava ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sara ya şahida gelek sûcan e, jê serjêkirina 4 ciwanan e, bi zehmetî ji girtîgehên dewleta Tirk ên li Efrînê derdikeve, dibêje çeteyan gotina "îşekenceya jinên Kurd helal e" digotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê konferansa xwe ya duyemîn li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Komîna Sînama ya Avrîn xebata li ser kurtefîlma bi navê Pîjek li kantona Şehbayê didomîne. Kurtefîlm behsa şehîd û qurbaniyên wan ên di oxira parastina welat û axê de dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇIVAK Û JIYAN

- Cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber derengmayîna baranên payîzê bi fikar in. Li aliyekî din pisporekî çandiniyê da zanîn dê bi derengmayînê re bandorên neyênî hebin û bang li cotkaran kir ku di reşandina tovan de hinekî bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA