​​​​​​​Cotkar ji ber derengmayîna barana payîzê, bi fikar in

Cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber derengmayîna baranên payîzê bi fikar in. Pisporekî çandiniyê da zanîn bi derengmayînê re dê bandorên neyênî hebin û bang li cotkaran kir ku di reşandina tovan de hinekî bisekinin.

​​​​​​​Cotkar ji ber derengmayîna barana payîzê, bi fikar in
2 mijdar, 2020   06:22
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Cotkar li benda barana payîzê ne, ku di Cotmehê de baran dibarî. Lê ji ber nebarînê bi fikar in, nemaze ku piraniya cotkar pişta xwe didin baranê da ku zeviyên xwe cot bikin û amadekariyên çandiniyê bidin destpêkirin.

Barana payîzê ji cotkaran re mizgîniya xêrê ye. Ji ber ku bandoreke baş li çandiniyê dike. Li aliyekî din jî giyayên bizirar derdikevin, axê dewlemend dike û depoya ava binerdê çêdibe,  her wiha nahêle li hin nexweşî û gurmikên bizirar derkevin.

 ‘JI DERENGMAYÎNA BARANÊ FIKAR HENE’

Cotkarê bi navê Abdullah Sayil ê ji gundê Mizgeftê yê navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku derengmayîna baranê ji bo wan metirsî ye û got:" Dê cotkirina zevî bêyî baranê bandoreke neyênî bibe û dê bibe sedema windabûna bihaya cotkirinê. Li aliyekî din jî bandorê li dewlemendiya sewalvaniyê dike, ji ber li nav zeviyan giha derdikeve û wek xwarinekê ji sewalan re ye."

Cotkarê bi navê Mihemed Selîm Hac Elî diyar kir ku baran di di nîvê Cotmehê de dibare. Lê îsal dereng ma û dema çandina zeviyan jî nêz bû û dema derketina giyayên bizirar jî nema. Bi wê re jî dê cotkar neçar bimînin derman zêde bireşînin û biha wê jî bilind e.

 ‘BANDORÊN DERENGMAYÎNA BARANA PAYÎZÊ’

Endazyarê çandiniyê Serbaz Abdurezaq da zanîn bi derengmayîna barana payîzê re dê bandorên neyênî li çandiniyê û cotkaran bike. Ji ber cotkar piştî mesima çandiniyê zeviyên xwe zû cot dikin û barana zû ax şil dike û cotkirina hêsan dibe. Lê derengmayîn dê axê sert bike û bi wê re cotkar sûdê ji cotkirinê nagire.

Abdurezaq piştrast kir ku derengmayîna baranê ava binerdê kêm dike.

Her wiha Abdurezaq berdewam kir ku bi derengmayîna baranê re gurmika "Zabros" derdikeve. Her wiha derengmayîna şînbûna genim dihêle gurmik pir bibin û wê demê mewsimê dixwin.

‘XWERAGIRTINA DI ÇANDINIYÊ DE, BANDORA DERENGMAYÎNA BARANÊ KÊM DIKE’

Endazyarê çandiniyê Serbaz Abdurezaq bang li cotkaran kir ku di çandiniyê heta piştî barîna baranê xwe ragirin da ku sûdê ji axê û hêsanbûna cotkirinê bigirin û wiha bi dawî kir: "Hê jî dem heye ku mewsim biçînin. Divê cotkar tovan beriya çandinê derman bikin da ku parastina wê ji gurmikan bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H-qmK69yOkg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>