Ciwanên PYD'ê ya Lubnanê 1'ê Mijdarî pîroz kir

Ciwanên PYD'ê ya Lubnanê bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê civînek li dar xist.

Ciwanên PYD'ê ya Lubnanê 1'ê Mijdarî pîroz kir
1 mijdar, 2020   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Meclisa Ciwanan a PYD'ê ya Lubnanê Cemîl Yûsif 1'ê Mijdarê pîroz kir û got: "Berxwedana mezin a şervanên YPG û YPJ'ê ya bi derfetên kêm li hemberî rêxistina terorîst hêza rêxistina herî xeternak a di cîhanê de têk bir. Bi vê tevahî cîhanê pişitgiriya xwe ji vê berxwedana efsanewî re ragihand."

Civîn bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û gerandina xelekên govendan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA