Xwendekar û mamosteyên Hesekê: Zimanê me hebûna me ye, hebûna me qir nekin

Bi sedan mamoste û xwendekarên kantona Hesekê ji bo piştgiriya perwerdeya bi zimanê dayikê daketin qadan û daxwaza ENKS`ê ya vegerandina perwerdeya bi materyalên hikumeta Şamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir.

Xwendekar û mamosteyên Hesekê: Zimanê me hebûna me ye, hebûna me qir nekin
Xwendekar û mamosteyên Hesekê: Zimanê me hebûna me ye, hebûna me qir nekin
Xwendekar û mamosteyên Hesekê: Zimanê me hebûna me ye, hebûna me qir nekin
Xwendekar û mamosteyên Hesekê: Zimanê me hebûna me ye, hebûna me qir nekin
Xwendekar û mamosteyên Hesekê: Zimanê me hebûna me ye, hebûna me qir nekin
Xwendekar û mamosteyên Hesekê: Zimanê me hebûna me ye, hebûna me qir nekin
Xwendekar û mamosteyên Hesekê: Zimanê me hebûna me ye, hebûna me qir nekin
Xwendekar û mamosteyên Hesekê: Zimanê me hebûna me ye, hebûna me qir nekin
Xwendekar û mamosteyên Hesekê: Zimanê me hebûna me ye, hebûna me qir nekin
1 mijdar, 2020   13:47
NAVENDA NÛҪEYAN

HESEKÊ

Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê bi dirûşma “Zimanê me hebûna me ye, hebûna me qir nekin” û ji bo piştgiriya materyalên Rêveberiya Xweser û perwerdeya bi zimanê dayikê meşek dar xist.

Bi sedan xwendekarên bajarê Hesekê ji tevahiya astên xwendinê yên seretayî, navîn û amadehî tevî mamosteyan li navenda Rêveberiya Dibistanan a li taxa El-Nasra kom bûn. Xwendekaran alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), wêneyên mamosteyên şehîd û pankartên “Zimanê me şaristaniya me ye”, “Zimanê me şoreşa me ye”, “Zimanê xwe biparêzin” û “Zimanê me hembûna me û dîroka me ye” hildan.

Meş li ber navenda Komîteya Şaredarî û Hawîrdorê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Dibistanan a kantona Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla Mihemed El-Ehmed ve û bi zimanê kurdî ji hêla Îva Ebdulkerîm Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ziman nasnameya microvan e û nîşaneya girêdana wan û çanda wan e.

Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li dijî civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek êriş pêk hatin û di encamê de ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê par man. Pêkhateyên herêmê ên Kurd û Suryan neçar man perwerdeya bi zimanê erebî bibînin û materyalên partiya Baas bixwînin. Armanc jî pişaftin û tunekirina dîrok û çanda pêkhateyan bû.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hewldanên bêparhiştina gelên herêmê ji mafê xwendina bi zimanê dayikê berdewam in. Serkeftina tecrubeya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser bûye mîna “striyekê di gewriya dewleta Tirk de”, ji ber wê AKP`ê bi serkêşiya Erdogan şerê vê tecrubeyê dikin û herêmê li ber çavên cîhanê dagir dikin.

Komîteya Çalakiyan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pergala perwerdeyê ya pirzimanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Îro nifşên pêşerojê gavên ber bi serkeftinê ve diavêjên. Ji cîhanê re îsbat dikin ku ruxmî şerên li herêmê rû didin lê dîrok û çanda xwe di dilê ciwanên xwe de çandine.”

Komîteyê di dawiya daxuyaniyê de got perwerdeya bi zimanê dayikê ne paşguhkirina zimanên din e lê divê mirov destpêkê zimanê xwe baş nas bike û pê serbilind be.

TIL TEMIR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NUJ3QHtqRl0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Rêveberiya dibistanan a navçeya Til Temirê bi heman armancê bi beşdarbûna bi sedan xwendekar û mamosteyan meşeke girseyî li dar xist.

Beşdar li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navenda navçeyê kom bûn û di kolanên sereke yên navçeyê re meşiyan. Meşvanan pankertên bi nivîsên “Zimanê me hebûn me ye, zimanê me pêşeroja me ye” rakirin û dirûşmeyên “ziman jiyan e” berz kirin.

Piştî ku meşvan gihîştin çarxrêya mezin a navçeya Til Temirê, meş veuherî mêtîngê. Li wê derê mamoste Ebdulrezaq El-Kenhêr daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“ Her gelek xwedî nasname, ziman û çandekê ye. Da ku em çand û zimanê xwe biparêzin divê em xwedî li nasnameya xwe derkevin.

Divê gel têkoşîna xwe dewam bikin dak u ziman û çanda xwe îspat bikin. Wekî mamosteyan, em biryarên ku hewl didin çand û zimanê me yê dayikê îmha bikin, red dikin.

Divê hemû pêkhateyên herêmê li kêleka hev bisekinin da ku bersiva komployên ji bo îmhakirina çand û zimanê dayikê, têk bibin.

Wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê em çand, ziman û nasnameya xwe biparêzin. Divê hemû gelên cîhanê nirx bidin fedekariyên 12 hezar şehîd û 25 hezar birîndaran.”

Mamosteya di dawiya daxuyaniyê de daxwazên ENKS`ê red kirin.

(şx,cx)

ANHA