Komînên Hîşe berxwedana QSD`ê li hemberî êrişên dewleta Tirk silav kir

Hevserokên komînên bajarokê Hîşe berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsayê silav kir.

Komînên Hîşe berxwedana QSD`ê li hemberî êrişên dewleta Tirk silav kir
1 mijdar, 2020   14:32
EYN ÎSA

Hevserokên komînên bajarokê Hîşe yê navçeya Eyn Îsayê piştî topbarana dijwar a li dijî gundewarên kantona Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê ve, daxuyanî da. Di encama wê topbaranê de zarokek şehîd ketibû û gelek sivîl birîndar bûbûn.

Daxuyanî ji hêla Mihemed El-Hebûd hevserokê komînekê bajarokê Hîşe ve hate xwendin. El-Hebûd  berxwedana destanî ya QSD`ê li hemberî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo dagirkirina axa Sûriyê û ji parastina gelê navçeyê û gundewarên wê silav kir.

El-Hebûd bal kişand ser sûcên hovane yên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê li gel bêdengiya cîhanê pêk tîne û destnîşan kir ku divê cîhan li hemberî wan sûcên ku li dijî gelên ewle têne kirin, rawestîne.

El-Hebûd bi navê komînên Hîşe bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî wan êrişên li dijî gelê herêmê bisekinin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku wan êrişan rawestîne û bihêle şênî bi awayekî ewle vegerin warên xwe.

Piştî dagirkirina kantona Girê Spî zêdetirî 100 hezar ji şêniyên resen koçber ji wan 3 hezar û 530 koçber li kampa Til Simin dimînin. Yên mayî jî li bajarên Reqa, Tebqa û gundewarên wê dimînin. Şert û mercên jiyanî yên dijwar ji ber bihabûna kirêyên malan dikişînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FhPAjP9fO9Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>