Şêniyên Qamişloyê: Berxwedana Kobanê bû xaleke bingehîn di dîroka gelê Kurd de

Şêniyên navçeyên kantona Qamişloyê diyar kir ku berxwedana Kobanê veguherî xaleke bingehîn di dîroka Kurdan, hêzên demokratîk û tevahî cîhanê de.

Şêniyên Qamişloyê: Berxwedana Kobanê bû xaleke bingehîn di dîroka gelê Kurd de
1 mijdar, 2020   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro bi boneya 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Kongreya Star û meclisên navçeyên Tirbespiyê, Til Birak, Girkê Legê û Til Koçerê daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de berxwedana lehengî ya şêniyên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ`ê nîşan daye, hate pîrozkirin û kombûna gelên cîhanê li dora berxwedana Kobanê hate silavkirin.

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a13CSQjCoyk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Tirbespiyê, endama Kongreya Star Nalîn Temo li pêşiya navenda Kongreya Star daxuyanî xwend û tê de wiha got: “Îro slavegera 6`emîn a piştgiriya cîhanî bi Kobanê re ye, ku di oxira parastina nirxên mirovî ji çeteyên DAIŞ`ê û piştevanên wê de, bi hezaran şehîd û birîndar hatin dayîn.”

Her wiha hate destnîşankirin ku piştî rizgarkirina bajêr, berxwedana Kobanê veguherî xalake bingehîn di dîroka Kurdan, hêzên demokratîk û tevahî cîhanê de.

TIL BIRAK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YliltxPoSYg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Til Birakê jî, endama rêveberiya Kongreya Star Resil Remedan daxuyanî li pêş navendê xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk careke din gefan li bajarê berxwedanê Kobanê dixwe ku armanca wê tolhildana çeteyên DAIŞ`ê ye.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê û rizgarkirina hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker da.

GIRKÊ LEGÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gEsnBa4w1Uc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveya de meclisên navçeya Til Koçer,  Girkê legê û kongeraya star têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê 2 daxuyaniyên cuda dan.

Li Girkê Legê hevserokê meclisa navçeya Girkê Legê Nûroj Ehmed li pêşiya meclisa navçeyê daxuyanî xwend û destnîşan kir ku piştî DAIŞ li seranserê Kobanê belav bû û dagir kir, hêzên YPG û YPJ bi cesaret li ber xwe da û li pêşiya terorê sekinîn û bi piştgiriya gel Kobanê azad kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berxwedana Kobanê îsbat kir ku şervanên wan dikarin berxwedaneke mezintir jî nîşan bidin.

TIL KOÇER

Li navçeya Til Koçerê jî hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçerê Newaf Xedan daxuyanî xwend û got: “Em berxwedan û serkeftina Kobanê li dijî hêza herî tarî ya sedsala 21`emîn û çeteyên dagirkeriya Osmanî DAIŞ`ê û hevkarên wê, bi bîr tînin. Hêzên me yên leheng destanên qehremaniyê li qadên şer nivîsîn.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Berxwedanê 134 rojan dewam kir. Tenê bi îradeya xwe û baweriya xwe ku em parastina xak û welatê xwe dikin, em bi ser ketin û me bajar ji çeteyên DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk rizgar kir.”

Xedan bi navê şêniyên navçeya Til Koçerê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got: “Em vê rojê li xwe pîroz dikin. Em vê serkeftinê diyarî giyanên şehîdan û dayikên şehîdan dikin. Her kesê ku destdirêjî xaka me bike, em ê têk bibin.”

(cx)

ANHA