Macron: Me bi QSD û şervanên qehreman ên Kurd re DAIŞ têk bir

Emmanuel Macron bal kişand ser rola QSD’ê ya di serkeftina li hemberî DAIŞ’ê de û şervanên Kurd wek qehreman pênase kirin. Her wiha Macron diyar kir ku heke Erdogan dev ji ‘derewkirinê’ berde, alozî dikarin werin derbaskirin.

Macron: Me bi QSD û şervanên qehreman ên Kurd re DAIŞ têk bir
1 mijdar, 2020   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji televîzyona El-Cezîre re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk di nava helwesteke dijminane û şerker a li hemberî mûttefîkên NATO’yê de ye û got: “Enqere di rêzgirtina li biryara qedexekirina çekan a li Lîbyayê de şikestiye.”

Macron da zanîn ku êrişên Tirkiyê yên li ser Sûriyê dijminahî bû û got: “Di demekê de ku di bin sîwana hevpeymana navneteweyî de amadebûna me ya asayî hebû, me bi rêya muttefîkên li bejahiya ku QSD û şervanên qehreman ên Kurd nûnertiya wê dikir, DAIŞ şikand.”

Macron diyar kir ku divê serokkomarê Tirk Erdogan rêzê li Yekitiya Ewropa û Fransayê bigire, siyaseta Tirkiyê ya li Sûriye, Lîbya, rojhilatê Deryaya Spî rexne kir û got: “Tirkiye li hemberî muttefîkên NATO’yê di nava helwesteke dijminane de ye.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku nakokî bi Tirkiye û Fransa re ne sînordar e û destnîşan kir ku Ewropa piştgiriya Fransayê dike. Her wiha Macron hêvî kir ku rewş aram bibe û got ku ji bo vê jî divê Erdogan rêzê li Fransa û nirxên Yekitiya Ewropayê bigire û “derewan neke”.