Dewleta Tirk aloziya li rojhilatê Deryaya Spî kûrtir dike

Dewleta Tirk îro careke din aloziya li rojhilatê Deryaya Spî kûr kir û ragihand ku dê erka keştiya lêgerîna li gazê heta 14`ê Mijdarê dewam bike.

Dewleta Tirk aloziya li rojhilatê Deryaya Spî kûrtir dike
1 mijdar, 2020   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên deryayî yên dewleta Tirk ragihand ku dê erka keştiya ‘Oruç Reis’ heta nîvê vê mehê dewam bike.

Şandina keştiyê ji bo lêgerîna li gaze,di mehên dawîn de bû sedema rageşiya bi Atînayê re.

Yewnanistan ji ber lêgerîna li gazê di ava Yewnanistanê de bi taybetî li derdora girava Castellorizo, Tirkiyê bi binpêkirina qanûnên deryayî yên navneteweyî tawanbar dike û bang li Ewropayê kir ku cezayan li Enqereyê ferz bike.

Atînayê xebatên keştiya Tirkiyê bi "çalakiyeke neqanûnî" bi nav kir û wek gefeke yekser li ser aramî û ewlehiya herêmê bi nav kir.

Yekitiya Ewropayê (YE) muhlet heta Kanûnê da Enqereyê da ku nêzîkatiyên xwe li rojhilatê Deryaya Spî di ber çavan re derbas bike, yan jî dê cezayan li ser ferz bike.

(cx)