Meclisa Sivîl a Reqayê bi Fermandariya Giştî ya QSD`ê re civiya

Şandeyek ji Meclisa Sivîl a Reqayê bi Fermandariya Giştî ya QSD`ê re li bajarê Hesekê dicive.

Meclisa Sivîl a Reqayê bi Fermandariya Giştî ya QSD`ê re civiya
1 mijdar, 2020   12:57
NAVENDA NÛҪEYAN

Şande ji hevserokên meclisê Leyle Mistefa û Mihemed Nûr û hevserokên deste û nivîsgehên meclisê pêk tê.

Şand li Navenda Têkiliyên Giştî ya QSD`ê li bajarê Hesekê ji hêla fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û berpirsyarê têkiliyên giştî yê QSD`ê Rêdûr Xelîl ve hat pêşwazkirin.

Di destpêka hevdîtinê de meclisê diyariyek pêşkêşî Mezlûm Ebdî kir. Mezlûm Ebdî jî piştrast kir ku QSD dê şerê terorê bidomîne û şaneyên wê li herêmê bişopîne. Ebdî kêfxweşiya xwe der barê kar û xebata Meclisa Sivîl a Reqayê de anî ziman.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê jî piştgiriya meclis û gelê Reqayê ji QSD’ê re û xebata hevbeş ji bo parastina ewlehî û aramiya Reqayê piştrast kir.

Civîn li pêş çapemeniyê girtî dewam dike.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pOXPPwTBSdo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>