Îsraîl ji şerekî bi Xezayê re bi fikar e

Li gorî pêşbîniyên saziya ewlehiyê ya Îsraîlê, di demekê de ku hilbijartiên Amerîkayê di rojevê de ne, îhtîmal heye ku rageşiyeke leşkerî bi Xezayê re rû bide.

Îsraîl ji şerekî bi Xezayê re bi fikar e
1 mijdar, 2020   10:41
XEZA

Saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê metirsiyên xwe li hemberî îhtîmala alozbûna rewşên li Xezayê, di demekê de ku hilbijratinên Amerîkayê di rojevê de ne, rave kirin.

Têkildarî mijarê, rojnameya Haaretz wiha nivîsî: “Saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê, dibînin ku tevgera Cîhad a îslamî êrişan plan dike. Nexasim bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a kuştin fermandarê baskê wê yê leşkerî Saraya El-Quds Behaa Ebû El-Ataa re.“

Rojnameyê li gorî çavkaniyên xwe wiha da zanîn: “Îsraîl di dirêjahiya 2 mehan de tu projeyên stratejîk ên ku Hemas banga wê dike, pêk neanîne. Tenê rê da alîkariya ji Qeterê hatî ya ku ji bo malbatên xizan û hinek kesên ji Koronayê zirar dîtine hatiye veqetandin, derbasî Xezayê bibe.”

Rojnameyê bal kişand ser hewldana Îsraîlê ji bo ku demeke bêtir beriya pêkanîna lihekvirinan bi dest bixe û got: “Îsraîlê tenê hişt ku alîkariya madî ya ji bo malbatên xizan hatiye diyarkirin û hinekî projeyên ku bandora wê sînordar in, derbasî Xezayê bibin. Lê heta niha dîlgirtiyên Îsraîlê li Xezayê nehatin serbestberdan.”

(şx)