Kongreya Star: Serkeftina Kobanê ji destkeftiyên dîroka têkoşînê ye

Koordînasyona Kongreya Star got “Serkeftina Kobanê yek ji destkeftiyên dîroka têkoşîna li dijî hêzên tarî û hov ên di kesayeta rêxistina terorîst DAIŞ`ê de ye û ruhê berxwedana bi pêşengiya jinan û hevgirtina gelan, temsîl kir.”

Kongreya Star: Serkeftina Kobanê ji destkeftiyên dîroka têkoşînê ye
1 mijdar, 2020   10:48
QAMIŞLO

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hemû şehîdên ku ji bo pêkanîna serkeftin û azadiyê xwe feda kirine, hatin bibîranîn û wiha hate gotin: “Ev yek ji destkeftiyên dîroka têkoşîna li dijî hêzên tarî û hov ên di kesayeta rêxistina terorîst DAIŞ`ê de bû. Di şerê rûmetê yê li Kobanê de, destanên qehremaniyê hatin nivîsandin. Ji ber vê yekê hemû gelên cîhanê û raya giştî ya cîhanê ji bo piştgirîdayîna berxwedana Kobanê bû yek û Kobanê bû nimûneya berxwedan û sembola aştiyê.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 23`yê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker 3 çalakvanên jin ên rêxistina me Kongreya Star bi balafirên bêpîlot li gundê Helincê yê girêdayî Kobanê hedef girt. Wan bi vê yekê xwestin bi rêya jinên birêxistinkirî civaka azad derbe bikin û projeya demokratîk a li herêmê têk bibin. Her wiha rejima Trikiyê dest bi hemleyên binçavkirina siyasetmedarên HDP`ê kir û zêdetirî 20 endamên HDP`ê bi tewanbariya ku piştgiriya Kobanê kirine û xwepêşandan li dar xistine, girt.

Wekî rêxistina Kongreya Star em soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadî û serkeftinê li dijî hemû rengên dagirkerî û zilamê, nû dikin. Divê em Kobanê ji hemû gef û êrişan biparêzin û xwedî li destkeftiyên wê derkevin. Berxwedana Kobanê ya bi pêşengtiya jinan di parastina tevahî mirovahiyê de rol lîst. Ji lewra, divê hemû rêxistinên jinan û gelên azadîxwaz û demokratîkxwaz piştgiriya Kobanê bikin û li dijî hemû xeterî û êrişên ku di radeya yekemîn de şikandina vîna jinên azad û sîstemên demokratîk ên Rojava armanc dikin, bisekinin.”

(cx)

ANHA