Rêxistina Mafên Mirovan: Çeteyên Tirk li Efrînê zeviyên zeytûnan talan dikin

Rêxistinea Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk dest danîn ser zeviyên zeytûnan ên gelek şêniyên gund û navçeyên kantona Efrîna dagirkirî.

Rêxistina Mafên Mirovan: Çeteyên Tirk li Efrînê zeviyên zeytûnan talan dikin
1 mijdar, 2020   10:37
ŞEHBA

Rêxistinê bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê weşand, diyar kir ku komên çeteyên El-Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk dest danîn ser 17 hezar darên zeytûnê yên li gundên Qîlê, Bircikê, Çeqelê Cûmê, Miskê, Sindiyankê û Xaltan ên girêdayî navçeya Cindirêsê.

Li navçeyên Mabeta û Raco çeteyên Sultan Mihemed El-Fetih fîdye ji sedî 50 li berhemên zeytûnan ên şêniyên gundê Maimila, Korkan a jorîn û a jêrîn, Ereb Oşaxî û Dimilya ferz kir.

Her wiha li gundê Aşkan çeteyên Lîwa El-Weqas bang li şêniyên gund kir ku kom bibin da ku amadekariya desteserkirina bermehên zeytûnê yên koçberên Efrînê bikin.

(dm)

ANHA