DYA’yê ceza li kes û şîrketên ku têkiliyên wan bi Îranê re hene, ferz kirin

Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê ferzkirina cezayan li kes û şîrketên ku alîkariya firotina hilberînên petrolê yên Îranê kiriye, ragihand.

DYA’yê ceza li kes û şîrketên ku têkiliyên wan bi Îranê re hene, ferz kirin
30 cotmeh, 2020   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha çavdêriya mal û milkên biyanî ya girêdayî Wezareta Gencîneya Amerîkayê daxuyanî da û tê de ferzkirina cezayan li şirketên ku alîkariya firotin berhemên petrolê yê Îranê kirine, ragihand. Her wiha diyar kir ku wê ceza li kes û hêzên girêdayî Îranê ku hinek ji wan li Çînê bi cih bûne, ferz kirin.

Wezaretê navên 8 şîrketên ku destê wan di kirîn û firotina hilberînên petrokîmyawî ya Îranê de heye diyar kirin. Hinek çavkaniyên Amerîkî got Îranê bi rêya bankên Iraqê pere ji Hizbullahê re veguhastine.

Li gorî cezayan, mal û qezencên hinek milkên ku îhtîmal heye li DYA`yê ne, dê werin cemidandin. Her wiha dê bazirganiya yekser û neyekser di navbera wan û şîrketên DYA’yê de were qedexekirin.

Wezareta Amerîkayê duşema borî cezayên aborî li ser warê petrolê ya Îranê ferz kirin di nav de wezîrê petrolê û şîrketa petrolê ya Îranê, piştî ku desteka madî ji Feylaq El-Quds re pêşkêş kir.

Washingotin ji dema vekişîna ji lihevkirina nukleerî ve cezayên aborî li warên leşkerî, siyasî û aborî yên Tehranê ferz dike.

(şx)