​​​​​​​Malbata rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo ku xizmên xwe bibînin, serî li rayedaran da.

​​​​​​​Malbata rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
30 cotmeh, 2020   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku biçin Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da. Ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Rêber Abdullah Ocalan piştî 21 salan yekem car di 27'ê Nîsanê de karibû bi rêya telefonê bi malbata xwe re biaxive.

Dozgeriyê 23'yê Îlonê bi hinceta 'nexşeya rê' ya ku Ocalan sala 2009'an ji bo parastinê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.