Di şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de kuştî û birîndar çêbûn

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şerên dijwar rû dan û di encamê de ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.

Di şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de kuştî û birîndar çêbûn
30 cotmeh, 2020   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro ragihand ku di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de li derdorê Heriş Bênên a gundewarên başûrê Idlibê, şerekî dijwar rû da. Hêzên hikumetê xwestin li wê derê bi pêş ve herin.

Hemwextî wê yekê topbarana her du aliyan ji nuqteyên hev re dewam kir û herî dawî çeteyan êrişa hêzên hikumetê têk bir. SOHR`ê windahiyên her du aliyan belge kirin û piştrast kir ku 2 endamên hêzên hikumetê hatine kuştin û hinek din birîndar bûne, her wiha 4 çete birîndar bûne.

SOHR`ê duh jî bombebarana bi moşekan a hêzên hikumetê li dijî herêmên li bajarokê Kensefira, gundên Sefohin, Kefir Iwêd, El-Moza yên çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê, belge kiribûn lê agahiyên girêdayî windahiyên canî bi dest neketibûn.

Her wiha hemwextî wê, li asîmanê “herêma bêçek” tevgereke zêde ya balafirên keşfe ya Rûsyayê hebû.

(cx)